Meclîsa ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 15 jê zarok 169 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa ÎSÎG’ê ya rapora cînayetên kar ragihand, bal kişand ku di meha Tîrmehê de 15 jê zarok 169 karkerên di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora mehane ya cînayetên kar a Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di meha Tîrmehê de li Tirkiyê 15 jê zarok 169 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman raporê di 7 mehên sala 2022’an de hezar û 14 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de cih dane qadên kar ku karkeran lê jiyana xwe ji dest daye û gelek agahiyên karkerên jiyana xwe ji dest dane ji çapemeniyê girtine, agahiyên mayî jî bi rêya ji hevalên karkeran, malbat, sendika û pisporên ewlehiya kar girtine. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha tîrmehê de herî kêm 169 karkeran jiyana xwe ji dest daye û 15 karker jê zarok in. Di raporê de hat diyarkirin ku di 6 mehên salê de herî kêm 24 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane û her wiha di van 6 mehan de 55 penaberên karker jî jiyana xwe ji dest dane.