“Em êdî bêdengiya dewletên berpirsyar qebûl nakin”

Helepçe Reşîd a ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Gundê Sêgirka û Cirnika Mezin a girêdayî bajarê Qamişlo ji milê xwe ve birîndar bû, bûyera hat jiyîn bi ajansa me re parve kir.

Qamişlo- Dewleta Tirk a dagirker ev demeke êrîşên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kiriye. Bi taybet ji 8’ê Tebaxê ve de dewleta Tirk bi riya topên hawanê û çekên giran seranserî sînorê navbera Tirkiyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi 69 topan bombebaran kir û di encamê de gelek kes şehîd ketin û jin û zarok bi giranî birîndar bûn. Duh jî di 9’ê Tebaxê de dewleta Tirk bi topên hawanê û balafirên keşfê yên bêmirov êrîşî Gundê Sêgirka û Cirnika Mezin ên girêdayî bajarê Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de du jin û çar zarok birîndar bûn. Yek ji wan jî Helepçe Reşîd a 33 salî ku ji Taxa Cirnika Mezin a bajarê Qamişlo ku top li mala kêleka wan ket û ji milê xwe ve birîndar bû ji ajansa me re axivî û bûyera hat jiyîn vegot.

“Êrîşê gelê sivîl dikin

Helepçe Reşîd bi dilekî şewat behsa êrîşa hovanê ku duh hat jiyîn kir: “Ji saetên sibê de dewleta Tirk êrîş dikir û xeta Hîzamê ya ber sînor hedef girt û di encamê de 4 kes şehîd bûn. Piştî nîvro nêzî saet 4’an bêyî ku bejê gelê sivîlin dest bi bombebarankirina taxên me kir. Di nava wê êrîşê de zarokên biçûk gelek tirsiyan û ji bo zirar negihêje wan me xwest wan bidin aliyekî. Dema ez ji mala xwe derketim zaroka min li milê min bû û ji nişkê ve top li mala kêleka min ket. Mixabin cîrana min û zarokên wê yên biçûk bi giranî birîndar bûn û ez jî ji milê xwe ve birîndar bûm, parçeyên hawanê li me ketin. Min bi tiştekî hîs nekir, ez ji bo na xwe ne tirsiyam, ji ber ku dema top ket zarokan min li ser milê min bû min digot qey zaroka min miriye.”

“Êrîşê seranserê xeta sînor dike”

Helepçe Reşîd da zanîn ku dewleta Tirk êrîşê seranserî xeta sînor dike û gel hedef digire û wiha got: “Dewleta Tirk di navbera me û Tirkiyê de êrîşê seranserê xeta sînorê êrîş dike û hemû kesên ku hatine hedefgirtin jî gelê sivîl in. Ji duh ve bi dehan top avêje li gundewarên navçeyên girêdayî Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê. Ma me çi li hemberê dewleta Tirk kiriye êrîşî me dike.”

“Niha ev kêliya ku ez diaxivim jî dengê topan tê”

Helepçe Reşîd a destnîşan kir ku ew e hertim li ser piya bin û li ber xwe dibin, da zanîn ku di van kêliyên diaxivêjî êrîş pêk tên. Helepçe Reşîd bi gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di vê kêliyê ku diaxivim jî dengê top û balafirên keşfê yên dewleta Tirk tê. Tevî ev êrîşên hovanê ku li dijî pêkanî jî em vegeriyan malên xwe. Dewleta Tirk dixwaze me bitirsîne û me koçber bike lê heta dawiyê em ê li ser piya bin. Ji bilî berxwedanî û li ser piyan sekînan tu rê pêşiya me nîne. Ev şer, şer e hebûn û tunebûnê ye. Em êdî bêdengiya wan qebûl nakin, pêwîste dewletên berpirsyar helwesta xwe nîşan bidin.”