Ji Civîna Diyalogê ya Lubnanê bang: Piştgirî bidin jinên Êzidî
Jinên ku di civîna diyalogê ya li bajarê Trablusa a Lubnanê hat li dar xistin li hev civiyan, bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên li dijî Şengalê û der barê piştgirî dayîna jinên Êzidî de bang kirin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Jîn a Jinan û nûnertiya Kongra Star a Lubnanê, li bajarê Terablus ê Lubnanê Bakur bi boneya 8’emîn salvegera Qirkirina Şengalê civîneke diyalogê li dar xistin. Gelek jinên Ereb û Kurd beşdarî rûniştinê bûn. Moderatoriya rûniştinê Çalakvana Femînîst Amanî Nafeh kir.
“Divê Êzidî bên piştgirî kirin”
Jinên beşdarî rûniştinê bûn, nişaneyên qirkirina 74’an a li dijî Êzidiyan pêk hat û hevsengiyên herêmî û navneteweyî yên ku bûne sedema vê qirkirinê nîqaşkirin. Moderator Amanî Nafeh ku rojên borî beşdarî Konferansa Jinên Iraqî ya Navnetewî ya ku li Bexdayê paytexta Iraqê hat lidarxistin bû, nêrînên xwe ya li ser mijarê parve kir û destnîşan kir ku divê piştgirî bidin Êzidiyan.
Hevsengiyên navneteweyî
Nûnera Navenda Têkiliyên Derve ya Kongra Star a Lubnanê Henan Osman, bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anîn û behsa bi qirkirin û qetlîamên re xûyabûna wê ya neyînî û hevsengiyên herêmî û navneteweyî ku rê jî avakirina komîsyonê re vedikin, kir
Berxwedana jinan a piştî qirkirinê bilind bû
Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî jî der barê berxwedana jinên êzidî piştî Fermana 74’an a li Şengalê çawa xwe bi rêxistin kirin, jiyana xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ava kirin de axivî.