Komîteya Zarokan: Bila wijdanê we zindî be, bes e ji qetilkirina zarokan re

Komîteya Zarokan Şilêr a kampa Serekaniyê ya girêdayî Qada Civakî a Kongra Star ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Hesekê - Ev demek dirêje dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hedef digre, di encama van êrîşan de bi dehan zarok hatin qetilkirin. Komîteya Zarokan a Şilêr a girêdayî Qada Civakî ya Kongra Star ya Kantona Hesekê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Zarokan a Şilêr Niseybe Mihemed ve hate xwendin.

“Êriş li ber çavên her kesê ye, lê kes dengê xwe nake”

Niseybe Mihemed li hemberî qetilkirina zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bêdengiya saziyên mafên mirovan û zarokan şermezar kir û wiha got: “Em wekî komîteya zarokan Şilêr êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Beriya niha li Til Refat û Kobanî komkojiyek pêk anî û di encam de 6 zarok jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan rewşa wî xetere. Em vê komkojiyê jibîr nakin, dema zarok dilêyîstin wan qetilkirin. Beriya çend rojan li Qamişlo erebeyek hedef girtin û di encam de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşên hovane li ber çavê her kesî pêk tê û tu kes dengê xwe nake, wijdanê mirovahiyê miriye. Em bêdengiya dewletên navdewletî şermezar dikin û dixwazin kuştin û werankirin were seknandin. Bila wijdanê we zindî be û bi gotina "Bes e ji qetilkirina zarokan re” dengê xwe bigihînin dengê me.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bes e ji qetilkirina zarokan re" bi dawî bû.