Mamosteya Kurd Sewsen Hasan Zade hat berdan

Çalakvan û mamosteya Kurd Sewsen Hasan Zade ku 3 hefte berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Kolbernewsê, mamosteya Kurd Sewsen Hesen Zade ku roja 15’ê Gulanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, roja Çarşema borî bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat berdan. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku heta niha sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Sewsen nehatiye zanîn.

Mamosteya Kurd Sewsen roja 15ê Gulanê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Sewsen ku gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û 17 sal in li bajar û gundên derdorê mamostetiya kurdî dike.