Li Xûrmatû jin bi dewreyên perwerdeyan dibin xwedî kar

Di dewreyên perwerdeyên ku ji aliyê rêxistina HRF ya li Diyala, Sellahedîn û Embarê tên vekirin de, jinên bajarokê Xûrmato yê girêdayî Selahedînê ye ji dewreyên perwerdeyan sûdê digrin û dikarin bi vê riyê bibin xwedî kar û jiyana xwe dabîn bikin.

HAWJÎN ŞIKUR

Germiyan- Duh li bajarokê Xûrmato bi merasîmek belgenameyên navdewletî ji bo jinên ku beşdarî dewreyên perwerdeyên kar bûne hatin dayîn. Armanca van dewreyên perwerdeyan bi taybetî li Iraqê ku di rewşek dijwar a aborî de de ew e ku jinan di aliyê pîşeyên kar de, avakirina bi xwebawerbûna jinan ji bo dabînkirina jiyana wan çêbibe.

Dewreya perwerdeyê ji aliyê rêxistina mirovî ya li ser asta Iraqê bi hevkariya neteweyên yekbûyî ji bo derfetên kar û ji bo bikaribin dahata jiyana xwe dabîn bikin û avakirina bi xwe bawerbûna jinan di nava civakê de li ser asta bajarên Diyala, Selahedîn û Enbar dane destpêkirin û bajarokê Xûrmatoyê jî girêdayî Sellahedîne ew jî dikeve çarçoveya vê projeyê de. Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne ji ajansa me re axivîn.

“Ji ber sedemên madî min xwendina xwe temam nekir”

Jina bi navê Fatma Mueyde ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûye der barê fêrbûnên xwe de wiha got: “Ez jî beşdarî dewreya perwerdeyê bûm min sûdek baş jê girt, ez ê bibim xwedî ezmûnek baş û hîn zêdetir bikarim bibim xwedî karê xwe. Rewşa welat di aliyê dahata jiyanê de gelek dijwar e. Qeyran li pey qeyranê li vî welatî çêdibe. Ji ber wê pêwîst e em jin bi xwe bikarin mal, malbat û kes û karê xwe di aliyê dabînkirina jiyanê de bi xwe bi rêve bibîn. Dema ez xwendekara pola duyem a peymangehê bûm ji ber sedemên medî min nikaribû xwendina xwe temam bikira. Min îsal paş xistiye ger bikarin di aliyê madî de baş bibim salên li pêş ez ê dubare dest bi xwendinê  bikim.”

Nesrîn Xanim Mewlud mamosteya beşa şîrînî da diyarkirin ku bi van dewreyên perwerdeyan dikaribûye sûd bide û bigre û wiha got: “Me fikrên xwe gihand kesên ku dixwazin fêr bibin dikarin di projeya me de cihê xwe bigrin ji xwe re çavkaniyeke dahatê peyda bikin.”

“Bi belgenameyan jin dikarin bibin xwedî karê xwe”

Mamosteya ciwankariyê Reşa Nezehat wiha got: “Weke mamosteya beşa ciwankariyê min xwest fêrî 25 jinan bikim û asta hemû jinan a fêrbûnê baş bû, sûd ji vê girtin, ew belgenameya ku girtine dikare di aliyê projeyên kar de ji wan re bibe alîkar.”

Berpirsa ofîsa rêxistina mirovî HRF ya Xûrmato Jiwan Newzad da diyarkirin ku di meha Mijdara sala borî de wan dest bi projeya xwe kirine, projeya wan ji sê projeyên ku tê de nîvî jin û nivî mêr in, pêk tê her wiha projeyek 40 rojan de bi navê rakêşana beramberî kar dikaribû 450 jin û mêr jê sûdê bigrin 150 mamoste hebûn ku ji wan 75 jê jin bûn û sê dewreyên hewreman, durîn û şîrînî de û her wiha 50 kesên din di projeyek din de ku piştgiriya projeyên biçûk dikirin projeyên xwe bixin meriyetê.