Li Xezayê zarokên nexweş bi mirinê re rûbirû ne!
UNICEF’ê diyar kir ku li Zîvala Xezayê ji ber dorpêça Îsraîlê, zarokên di warê kêmxariniyê de derman dibînin, ji ber ku navendên tendrustiyê hatin girtin, di bin xeterê de ne.

Navenda Nûçeyan-Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de zêdetir jin û zarokan zirarê dîtin. Ji ber tunebûna xwarinê û dorpêçê, zarokên ku birçî dimînin bi mirinê re rûbirû ne.
Di daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) de hat diyarkirin ku ji 18’ê Adara 2025’an ve heta niha navendên ku nexweşên ji ber kêmxwariniyê li wan derman dibûn, ji sedî 15 bi fermanên valakirinê û bombebaranên Îsraîlê hatine girtin. Ji ber dorpêça Îsraîlê û girtina navendan, 350 zarokên ku derman dibûn, bi mirinê re rûbirû mane.
Tenê ji bo mehek xwarin heye!
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li aliyên navîn û başûrê Xezayê, xwarina ji bo bebikan qediyaye tenê xwarina amade ya ji bo 400 bebikan maye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Îsraîl ji 2’yê Adarê ve heta niha nahêle alîkarî bikevin Xezayê û bal hat kişandin ku ev rewş ji dema destpêka şer ve heta niha, dema herî dirêj a rêgirtina alîkariyan e, loma xwarin, ava paqij, derman nemane û cihê mirov lê bimînin nemane.
Hişyariya ji bo şewbê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku madeyên ji bo jiyanê pêwist in ger neyên temînkirin dê ji ber kêmxwariniyê, nexweşî zêdetir bibin û ev yek bibe sedema zêdebûna mirina zarokan. Di dawiyê de ev hat gotin: "Li Zîvala Xezayê ger di hefteyên li pêş me de şewate biqede dê ji bo milyonek kesan gihîştina ava paqij bikeve bin 4 lître avê û dê ev yek bibe sedem ku malbat ava ne paqij bi kar bînin û di encamê de jî dê nexweşiyên şewba zarokan belavtir bibin.”