Li Xezayê rojnameger hatin hedefgirtin

Îsraîl li Xezayê konê ku rojnameger lê diman hedef girt. Di êrîşê de nûçegihanê Palestine Today Hilmî El-Fakavî jiyana xwe ji dest da, herî kêm şeş rojnameger jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê konê rojnamegerên ku li nêzî nexweşxaneya Nasir a li bajarê Xan Yunusê li Xezayê hedef girt. Di êrîşê de nûçegihanê Palestine Today Hilmî El-Fakavî û kesê bi navê Ahmad Mansour jiyana xwe ji dest dan, 6 jê rojnameger 9 kes birîndar bûn.

Êrîş rê li ber şewatê vekir û kon hate halê ku neyê bi karanîn.

17 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Di heman demê de artêşa Îsraîlê agirbest xirab kir û êrîş dijwar kir, li herêmên cûda yên Zîvala Xezayê tevahiya şevê êrîş berdewam kir û di êrîşan de 4 zarok di nav de 17 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Ji destpêka şer heta niha 168 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane

Li gorî Federasyona Rojnamegerên Navnetewî (ÎFJ), ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha Îsraîl zêdeyî ji sedî 10’ê rojnmagerên li Xezayê qetil kir. Di êrîşan de herî kêm 168 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dan.