Jinên Sûdanî ji bo vegera Xertûmê xwe amade dikin

Jinên Sûdanî ku ji ber pevçûnan neçar mane ji paytexta Xertûmê koç bibin, agahiya vegerandina paytextê ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî dikin.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Piştî raghandina paytexta Xertûm ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn rizgar bû. Hin malbat vegeriyan malên xwe, yên din jî li benda vegerê ne û xwe amade dikin. Li paytextê gelek wêranî hatibûn jiyîn ji ber vê gel hêvî dike ku paytext ji berê baştir were avakirin.

Pevçûn li Sûdanê di navber artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn di nîvî Nîsana 2023'an rû dan. Gelê Sûdanê piştî bi mehan ji şer û pevçûnan neçar man biryara koçberiyê bidin. Niha piştî ku Xertûm ji destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn hate rizgarkirin gelek kes li benda vegera li cih û warên xwe ne. Ji ber di rêwîtiya koçberiyê de gelek êş kişandine.

Her wiha di encama van pevçûnan de bi deh hezaran sivîl hatin kuştin. 12 milyon kes jî neçarî koçberiyê bûn. Zêdetirî 3 miliyon û nîv jî ji paytexta Xertûmê koçî eyleta Emnê bûn.

'Ev agahî ji bo me wek cejnekê bû'

Nûn Ebd El-Mûnêm Ebd El-Azîm yek ji xwendekara zanîngehên Sûdanê ye. Piştî ku pevçûn derket, kêmtirî du mehan li paytexta Xartûmê ma. Piştre koçî bajarê xwe ya eyleta Emnê bû û wiha got: “Me agahiya rizgarkirina paytextê bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir. Ev agahî ji bo me wek cejnekê bû. Em gelek keyfxweş in ku em vegerin malên xwe. Jiyankirina di nava kavil û wêraniyê de ji rewşa koçberiyê baştir e.”

'Divê bajar ji nû ve bê avakirin'

Şehanda Qemer ku ji bajarê Um Derman piştî pevçûnan koçî eyleta Emnê bû, diyar kir ku ji ber zarokên wê ji dengê opîs û guleyan titirsiyan neçar man koç bikin û wiha got: “Me her roj hêvî dikir ku em vegerin cih û warên xwe. Kêfxweşiya me bi vegerandina Xertûm jî nayê îfadekirin. Divê bajar ji cenazeyan bên paqijkirin û cihê wêrankirî ji nûve bên avakirin ku milet karibe carek din li wan deveran wek berê bijîn."        

'Em bi coş in ku vegerin warên xwe'

Bijîşka Diranan Mûlaz Nesir El-Dîn ji herêma Cebra ya Xertûmê koçkiribû û vegeriya bajarê xwe ya eyleta bakur. Mûlaz Nesir qala kêfxweşiya xwe piştî rizgarkirina paytexê kir û wiha axivî: "Em neçar bûn koç bikin. Dema ez li Xertûmê bûm min prosedurên temamkirina dewreya perwerdeyê ya piştî derçûnê ji bo pratîzekirina pîşeya xwe dest pê kiribû. Ji ber pevçûn û şerê ku rûdane perwerdeya min  rawesta û min koç kir. Niha Xertûm hatiye rizgarkirin, me bi kelecanek mezin ev agahî girt. Em bi coş in ku vegerin malên xwe."

Herî zêde jin ji pevçûnan bandor dibe

Li gor rêveberê ofîsa Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Mirovî li Sûdanê hate diyar kirin ku pevçûn herî zêde bandorê li jinan dike, her wiha deriyên koçberiyê bi xwe re vedike. Ji sedî 70 jin û jinên ciwan ji pevçûn û şer bandor bûne.