Di roja duyem a operasyona ewlehiyê 6 hevkarên DAIŞ hatin girtin
Di roja duyem a operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, li wargeha Roj a bajarê Dêrikê 6 hevkarên DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî şaneyên DAIŞ’ê li wargeha Roj a bajarê Dêrîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonek kirin. Di roja duyem a pêngavê de 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê di hundirê wargehê de hatin girtin.
Telefon û cîhên perwerda zarokan hatin desteserkirin
Her wiha di nava operasyonê de asayîşa jin a YPJ’ê dest danî ser telefon û cîhên perwerdekirina zarokan a li ser bîrdoziya tundrew û îslama radîkal jî. Wargeha Roj a bajarê Dêrikê, malbatên DAIŞ’ê di nava xwe de dihewîne. 28 ji wan malbatan Îraqî, 15 malbat Sûriyeyî û malbatên din jî hemwelatiyên biyanî ne.