Li Akrê jinek hate qetilkirin

Hate ragihandin ku duh jinek niştecihê navçeya Roviyan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber zihniyeta zayendparêz a mêr-dewletê belav dike zext, êriş û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Li Herêma Kurdistanê jî buyerên qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibin.

Rêveberiya Polîsên Akrê ya li sînorê Dihokê ragihand ku, duh jinek niştecihê navçeya Roviyan bi navê ‘M.M.K’ (24) ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê ‘A.M.C’ (28) ve hate qetilkirin.

Rêveberiyê diyar kir ku cenazeyê jina ciwan ji bo tiba edlî ya Dihokê hatiye şandin. Her wiha piştî buyerê tometbar xwe radestî polîsên deverê kiriye.

Li gor amarên li ser ragihandinê teyisîne di sê mehên destpêkê yên îsal de 7 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û 5 jin jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane. Tenê ji serê Nîsanê ve, 2 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane ku her du jî xelkê Seyîdsadiq bûn. Her wiha jinek li navçeya Mexmûrê jî ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hate qetilkirin.