Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome
Çalakvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê saleke zêdetire bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 123’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tirmeha 2023’an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 123’emîn û bi biryardariyek xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 122’emîn Nuran Sezgîn axivî.
Nuran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de li ser armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Wek tevahî Kurdistan û derveyî Kurdistanê me jî wek Wargeha Penaberan a Mexmûrê rojbûna Rêber Apo pîroz kir. Em rojbûna Rêber Apo tevahî Jin, ciwan û gelên dixwazin pergala Îmraliyê hilweşînin re pîroz dikin.”
‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê di nava çalakiyan de bin’
Nuran Sezgîn li ser jiyanek bi azad axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jî wek gelê Wargeha Mexmûrê parçeyekê vê şoreşê ne. Me ji bo jiyanek azad berdelekî pir mezin daye û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em mîsoger bikin emê di nava çalakiyan de bin. Gelên azadîxwaz ji bo ku ji bindestiyê rizgar bibin pêwîste guh bidin bangavaziya Rêber Apo.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 123’emîn û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.