Operasyona li Kampa Roj di roja sêyemîn de berdewam dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin operasyona lêgerînê li Kampa Roj didomînin. Di roja sêyemîn a operasyonê de materyalên hînkirinê yên zarokan ên ji bo bikaranîna çekan hatin desteserkirin.

Navenda NûçeyanOperasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin, bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Roj di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Operasyona Ewlehiyê 5’ê Nîsanê bi armanca lêgerîna şaneyên DAIŞ’ê û pêşîgirtina metirsiyên ewlekarî û hewldanên têkbirina aramiyê, dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, li nava kampê lêgerînê didomînin. Di roja sêyemîn de materyal û alavên hînkirina zarokan ên ji bo bikaranîna çekan hatin desteserkirin.

Heta niha li kampê 7 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatine destgîrkirin, her wiha gelek alav û cihên ku ji bo perwerdekirina zarokan li ser fikrên tundraw hatine hatine dîtin.

Kampa Roj bi qasî 10 km dikeve rojavayê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê. Li kampê 783 malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene, ji wan 28 malbatên iraqî û 15 malbatên sûriyeyî ne û yên mayî jî ji gelek welatên din in.