Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 25 hezar û 295. Her wiha Benjamîn Netanyahu, diyar kir ew pêşniyara pêguhertina rehîneyan a Hamasê red kirine.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê de, hate diyar kirin di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 190 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 340 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li dijî Zîvala Xezayê ya dorpêçkirî daye destpêkirin de hejmara Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane bû 25 hezar û 295’an û hejmara birîndaran jî bû 63 hezar.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber hilweşandina di encama êrîşan de pêkhatine heta niha jî gelek kes di bin kavilan de asê mane û ekîbên parastina sivîl û tenduristî yên lezgîn di gihandina wan kesan de zehmetî dijîn.

Hamas rapor weşand

Her wiha Hamasê, der barê êrîşa bi navê ‘Tofana Aqsayê’ ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê baskê wî yê çekdarî Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ve li dijî Îsraîlê pêkanî de, raporek weşand. Di rapora ku bi sernavê ‘Me Tofana Aqsayê çima pêk anî’ de, mijarên di 7’ê Cotmehê de çi qewimîn, êrîş çima pêkhat û têkiliya wê bi pirsgirêka Filistînê re çiye, cih girt. Hat diyarkirin rapora hatiye weşandin, bi armanca îdiayên Îsraîlê pûç bike û rastiyan eşkere bike hatiye amadekirin.  Bal kişand ser giringiya tayînkirina çarenûsa xwe

Di raporê de wiha hate gotin: “Ji derveyî rakirina dorpêça li Zîvala Xezayê, rizgariyê ji dagirkeriyê, tesîskirina mafê netewî, xweserî û ji bo mafê çarenûsa xwe bi dest bixin û Qudusa paytext, di rêya avakirina dewleta Filistinê de gavek ku xwezayî ye were avêtin.”

Di raporê de îşaret bi Tugaya Îzzeddin El Kassam a çengê Hamasê kir û wiha got: “Endamên Kassam îdeaya di 7’ê Cotmehê de sivil hatine hedefgirtin bêbextî û derewe. Ên ku vê îdea dikin çavkaniyên Îsrailê ye. Tu çavkaniyek serbixwe ku vê teyîd bike nîne. Dîmenên ku wê rojê hatine kişandin û îfadeyên Îsrailê ên ku piştre hatine weşandin diyar dike ku şervanên Kassam sivîl nekirine hedef, piraniya sivîlan ji ber şaşbûna artêşa Îsrail û polîs ve hatine kuştin.”

Ji pêşniyara pêguhertina rehîneyan re red

Li aliyê din, serokê Îsrailê Benjamîn Netanyahu diyarkir ku pêguhertina rehîneyan  redkirine û derbarê gotina serokê Îsrailê ya: “Emê şer li hemû çeper û sektoran berdewam dikin.” Ji Hamasê bersîv hat.

Rayedarê Hamasê Samî Abu Zuhrî ku ji Reutersê re axivî û derbarê gotina Netanyahu a redkirina bi dawîkirina êrîşên li Xezayê û vegerandin pêşniyara pêguhertina rehîneyan wiha got: “Ev tê wateya şansê vegerandina rehîneyên Îsraîlî nîne.”

‘110 rehîne zivirandin’

Benjamin Netanyahu, di daxuyaniya bi dîmen a di roja Yekşem 21’ê Çileyê dayî de diyarkir ku heta niha 110 rehîne vegerandin û bi biryarin ku wê bi temamî vegerinîn û da zanîn ku ‘Hamasê şertên teslîmbûnê’ red kirine. 

Netanyahu destnîşan kir ku li beramberî berdana rehîneyan daxwaz ewe ku şerê Hamas bi dawî bibe û hêzên Îsrailê ji Xezayê derbikevin û ger vê qebûl bikin ‘Tê wateyê ku leşker vala mirine, ewlehiya hemwelatiyan wê nexin garantiyê û wê 7’ê Cotmehek din cardin were.’