Cenazeyên 41 Êzidiyan radestî malbatên wan hatin kirin

Cenazeyê 41 Êzidiyên ji gorên komî hatibûn derxistin û ji bo testa DNA’yê şandibûn Tiba Edlî ya Bexdayê, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên fermî, di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya Şengalê de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û beşek ji van ya zêde jî bi komî hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û bihezaran kes jî koçî Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn.

Li gorî medya Iraqê bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê cenazeyê 41 Êzidiyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Cenazeyê 41 Êzidiyan radestî malbatên wan hatine kirin

Li gorî heman çavkaniyê, ji bo 188 cenazeyan testa xwînê pêk hatiye, ji bo vê jî îro bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Tenduristiyê Salih Hisnawî û şandek hikumetê, cenazeyê 41 şehîdên Êzidî bi merasîmekê radestî malbatên wan hatine kirin.

Hate gotin ku ji bo naskirina cenazeyên din, tiba edlî karên xwe dewam dike. Piştî nasnameyên cenazeyan hatin nasîn, cenaze radesî malbatên wan tên kirin.

Heta niha gelek gorên komî hatine vekirin

Hêjayî gotinê ye piştî çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, komkujiyên mezin pêkanî. Bi sedan Êzidî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Heya niha gelek gorên komî hatine vekirin, hestiyên kesên hatine qetilkirin ji bo nasandinê, ji bo tiba Edlî ya Bexdayê tên şandin û piştî lêkolînan cenaze radestê malbatên wan tên kirin.

Tê payîn di 24’ê Çileyê li Solaxê merasîmeke hevbeş ji bo cenazeyan were çêkirin û ji wir jî berbi gundê Herdan, Koçao û Qina Mihrkan ve werin rêkirin.