‘Divê li dijî qetilkirinan jin bibin yek û hesab bipirsin’

Rêzan Esker a ji Germiyanê bal kişand ku birêxistinbûna jinan dibe tirsê di hişmendiya mêr-dewletê de, bertek nîşanî qetilkirina Feryal Silêman Xalid da û li dijî qetilkirina pêşengên jin banga xurtkirina yekîtiyê li jinan kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Dewleta Tirk herêma Kurdistanê ji bo xwe kiriye cihê dagirkeriyê û dest bi êrîşên jinên azadîxwaz û pêşengên civakê kirine. Bi terorkirina jinên peşengên civakê  dixwazin dengê jinên azad bêdeng bikin. Pêşenga têkoşîna azadiya jinan Feryal Silêman Xalid di 18'ê Çileyê de li Kerkûkê li ber dibistanekî di encama sûîqestekî de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Jinan hewlest nîşanî qetilkirina Feryal Silêman Xalid didin û bang dikin ku tavilê kiryar bên girtin û cezakirin.

Rêzan Esker a ji Germiyanê jî li dijî qetilkirina pêşengên jin helwest nîşan da û got: “Divê jin bi hevre bibin yek û êdî destûr neyê dayîn ku jinên pêşeng ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bên qetilkirin.”

Rêzan Esker wiha got: “Ji ber destê xiyanetê qetilkirin jinan li Kurdistanê berdewam dike. Piranî jinên pêşengên civakê dikin hedef û hewl didin jinê bêdeng bikin. Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê ne cuda ye. Divê hikumeta herêma Kurdistanê qetilkirina jinan ji holê rake û êdî rê nedin jinên çalakvan û pêşeng li vê herêmê bibin hedef. Em dibînin dewleta dagirker niha çalakvan û ên ku daxwaza mafê jinan dikin dikin hedef û hewla bêdengkirinê didin. Ji ber wê divê hikumeta herêmê rê nede ku terora dijmin were nav herêmê û jin werin hedef girtin. Ji bo vê jî divê zagonek taybet were derxistin.”

Ji bo jinan banga yekîtiyê: Divê hesab bê pirsîn

Rêzan Esker bal kişand polîtîkayên mêr-dewletê yê li dijî pêşengên têkoşîna azadiyê û got: “Dagirker û dijmin hertim ji jinên pêşeng û çalakvanên civakê ditirsin, ji ber wê hertim êrîş dikin û dixwazin bi bêdengkirina jinan azadiya civakê bêdeng bikin Divê rêxistinên jinan li dijî hedef girtina jinên pêşeng û çalakvan bêdeng neminin û bibin xwedî helwest. Ji ber jin dikarin piştgiriya jinê bikin. Daxwaza min ji jinên azadîxwaz ew e ku destur nedin astegiyên ku li beramber tê kirin. Divê jin bi hevre bibin yek, êdî destûr neyê dayîn ku jinên pêşeng ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bên qetilkirin û hesabê komkujiyan bipirsin.”