Li Çînê erd şemitî: 47 kes jiyana xwe ji dest dan

Di encama şemitîna erd a herêmeke eyaleta Yûnnan a li başûr rojavayê Çînê de, 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê ya Nû, li gundê Lîangshûî ya li navçeya Zhenxîongê serê sibehê saet di 05:51’ê de erd şemitî û bandor li 18 malan kir. Her wiha hate ragihandin ku 47 kes di bin axê de asê mane û jiyana xwe ji dest dane.

Saziya weşanê ya dewletê CCTV’ê wiha got: “Zêdeyî 200 kes bi rengekî lezgîn hatin veguhastin û 10 ekskavator, 33 wesayitên arkujiyê û zêdeyî 200 wezîfedarên rizgarkirinê ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin seferberkirin.”

Bikarhênerên tevna medya dijîtal ya Çînê Douyin, dîmen weşandin û tê de gundekî çinê tê dîtin ku bi berfê girtî ye û ji ber hezazê xaniyên li gund kêm têne dîtin.

Li gorî CCTV’ê, Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng, ferman da ku xizmetên rizgarkirinê ji bo kêmkirina windahiyan her tiştî bikin.

Yûnnan eyaleteke çiyayî ye ku gelek komên etnîkî lê hene û hîn jî yek ji eyaletên herî xizan ê Çînê ye.