Li Xezayê hejmara kesên ji birça jiyana xwe ji dest dane bû 40

Li Xezaya ku ji ber erişen Îsraîlê xelaya xurek, av, derman û sotemeniye heye zarokek din ji birça jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zivala Xezayê berdevam dike. Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 37 hezar û 266’an û hejmara birîndaran jî gihîşt 85 hezar û 102’an. Ji ber ku Îsraîlê girtina deriyên sînorî û astengkirina kamyonên alîkariyê didomîne mirinên ji ber krîza xurek jî zêde dibin.

Zarokek ji birçîna jiyana xwe ji dest da

Li gor nûçeyê ajansa Filistînê ya WAFA’yê zarokek Xezayî ji ber tîbûn û birçîna li  Nexweşxaneya Şehîdan a Mescid El-Eqsayê ya bajarê Dêr El-Belah jiyana xwe ji dest daye. Çavkaniyên nexweşxaneyê diyarkirin ku bi vê bûyerê re li Zivala Xezayê hejmara kesên ku ji ber birçîna jiyana xwe ji dest dane bû 40.

Di 200 zarokan de îşaretên kêmxwarinê

Çavkaniyên nexweşxaneya Kemal Advan ku li bajarokê Beyt Lahiya li bakurê Zîvala Xezayê ye ragihandin ku zêdetirî di 200 zarokên li Zîvala Xezayê de îşaretên kêmxwarinê hene.