Li Xezayê agirbest hate binpêkirin: 34 Filistînî hatin qetilkirin

Artêşa Îsraîl, tevî agirbestê êrîş herêmên cûda ên Zîvala Xezayê kir. Di van êrîşan de 34 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl li Xezayê agirbesta hatî îlankirin, binpê kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxanê û şahidan, leşkerên Îsraîl tevî agirbestê, êrîşî hinek herêmên Zîvala Xezayê kir.

Artêşa Îsraîl ketina kafeya bi navê ‘Twix’ ku li Rojavayê bajarokê Zevayide ku li beşa navend a Zîvala Xeza cih digre kir hedef. Di êrîşa ku li herêmek tije sivîl lê bûn de 6 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li derdora herêma nexweşxaneyên sahra û konên kesên bi zorê ji cihên xwe bûne hene. Di êrîşek din ku malek li bajarok kirî hedef de kesek mir.

Kampa Nusayrat a koçberan bû hedef

Di heman demê de Îsraîl derdora Kuluba El-Ehlî ku li kampa koçberan a Nusayrat cih digire kir hedef, di êrîşê de 2 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Dibistanek ku konên ji kampê bi zorê ji cihên xwebûne bû hedefa êrîşên Îsraîlê. Hate diyarkirin ku di êrîşê de 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 13 Filistînî jî birîndar bûn. 

Di êrîşa li dijî Rojavayê Nusayrat de kesekê jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê li dijî qada ku sivîlên Filistînî lê diman de 6 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Leşkerên Îsraîl, li kampa koçberan a Bureyc du malên hatibûn tehliyekirin kir hedef, divê êrîşê de 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Herêmên bakur û başûrê Zîvala Xezayê

Li bakurê Zîvala Xezayê Îsraîl bajarokê Beyt Lahiya kir hedef. Di êrîşa leşkerên Îsraîlê ku sivîlên Filistînî li nêzî nexweşxaneya Advan bi ÎHA’ yan kir hedef de 2 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa li dijî bajarê Xeza de 3 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîl, bi giranî herêmên rojhilat a bajarê Han Yunus ku li başûrê Zîvala Xeza ye topbaran kir. Li herêma Esad di encama hedefgirtina konekê de, agahiya ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane hate parvekirin.

Ketina alîkariyên mirovî hate sekinandin

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyên di nava rojê de dane ragihandin ku Hamas agirbest binpê kirine û li Xezayê êrîşî gelek xalan kirine. Di heman demê de li gorî nûçeya KAN a televizyona dewleta Îsraîlê, da zanîn ku heta fermanek din a hikumetê, biryar dane ketina alîkariyên mirovî ji bo Zîvala Xeza sekinandine.