Li Îranê kiryarê obezîteya jinan ‘zextên civakî’ ne

Li Îranê ji sedî 70’yê jinan bi obezîte yan jî kîloyên zêde re têdikoşin. Sedema vê yekê jî astengiyên li qadên spore, tirsa ji ber nêrîna civakê û darizandin e.

NASIM AHMEDÎ

Kirmaşan – Bi salan e yek ji krîzên ku jinên Îranî bi salan bi bêdengî pê re têdikoşin lê ji çavan dûr e, obezîte û kîloyên zêde ne. Di salên dawî de, bi bandora polîtîkayên ku li ser şêwaza jiyana jinan bandorê dike, gelek jin bi vê nexweşiyê re rûbirû mane. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji sedî 70’yê jinên temenê wan di navbera 30-59 salî de ye, an obez in an jî kîloyên wan zêde ne. Ev jî tê wateya ku ji her 10 jinên li Îranê 7 jin nikarin kîloya xwe ya normal biparêzin. Ev rewş pêşî li nexweşiyên derûnî û fizîkî vedike.

Tunebûna cihên sporê û astengiyên civaka mêrperest

Bingeha vê krîza di nava jinan de, ji ber du sedeman e: Xwarina bi awayê şaş, nekirin û tunebûna cihên sporê. Jin bi awayekî azad nikarin li parkên li bajar û qadên vekirî bimeşin û bibezin. Her wiha gelek salonên sporê ji bo jinan tenê di saetên sibehê de –rojê ji pênc saetê kêmtir-xizmetê dikin. Ev yek jî hem ji bo jinên dixebitin, hem jî yên karên malê dikin dibe astengî. Ji tunebûna cih û binesaziyê zêdetir, çanda civakî û di hinek rewşan de jî zagonên heyî li pêşiya spora jinan û hewldanên wan ên ji bo parastina bedena xwe, astengiyên mezin in.

Binçav kirin û biskilêta wê desteser kirin

Mena R. ya ku yek ji jinên ku bi kîloyên zêde re têdikoşe ye, wiha dibêje: “Ji ber karên malê û xwedîkirina du zarokan sibehê nikarim biçim salona sporê. Li Kirmaşanê salonên sporê yên ku di saetên êvarê de ji bo jinan vekirîbin pir kêm in. Ji ber vê di saetên şevê de dema li derve zêde kes nedima, min biskilêt diajot lê polîsên ehlaqê, bi hinceta ku ez li gorî ‘pergala civakê tevnagerim’ û cilên ne guncaw li xwe dikim min binçav kirin û dest danîn ser biskilêta min. Ji wê rojê şûnve min bi temamî dest ji sporê berda. Ji ber stres û şokê, min zêde kilo girt.”

Bi astengiyên zagonî re, ji ber çanda desthilatdariya mêr û normên olî jî gelek aktîvîteyên bedenî ji bo jinan tên qedexekirin. Aktîvîteyên wek meşê û bezê yên ji rêzê jî, ji bo jinan hêsan nînin.”

‘Ji ber gotin û tacîzê me dest ji meşê berda’

Îzzet Eslîmî (bi navê lixwekirî) ya 47 şalî jî wiha dibêje: “Bi çend cîranên xwe re me her şev dest bi meşê kir, lê di nava çend rojan de ciwanên li ser motosîkletan riya me girtin û gotinan ji me re gotin. Piştî salek, ji ber henekên ku dihatin kirin û ji tirsa destdirêjiyê me dev ji meşa xwe berda.”

Ev mînak nîşan didin ku nexweşiya obezîte ya di nava jinên Îranê de zêde bûye, tenê ji ber şêwaza jiyanê, yan jî şêwaza şaş a jiyanê nîne. Ev krîz, encama hebûna pergalên dijberî jinan, ên çandî û zagonî ne.

‘Çareserî tenê bi derman nabe’

Pispora xwarinê Bijîşk. Şiva S. wiha behsa mijarê dike: “Gelek jinên ku pirsgirêka wan a kîloyê heye, dema ku ji bo dermankirinê tên ba min, tenê dixwazin çareseriya bi derman ji wan re bibînim lewre ne dema wan heye ne jî dikarin biçin salonên sporê, lê tenê bi derman çareser nabe. Heta gelek ji wan li mala xwe jî nikarin werzîş bikin. Ev rewş tenê bi astengiyên fizîkî bi sînor nîne; di heman demê de nîşan dide ku jin ji mafê xwe yê biryardayînê jî bêpar in.”

Li malê jî nikarin egzersîz bikin

Hinek jin diyar dikin ku li male jî nikarin werzîş bikin. Jina bi navê Surî B.ku sê zarokên wê hene wiha dibêje: “Piştî anîna sê zarokan min gelek kîlo girt. Ji ber çanda malbatê, qedexe bû biçim salona sporê. Loma min li malê dest bi werzîşan kir, lê hevjînê min henekên xwe bi min kir, piştre jî bi temamî qedexe kir. Li gorî van tevgeran ji ber bandora medyaya civakî bûn û jinan ji bin kontrolê derdixist. Ji min re got; ‘tu dayîka sê zarokan î êdî hewce nake tu xweşik bî.’ Wî digot qey ez tenê ji bo fizîka xwe wisa dikim lê daxwaza min tenê ew bû ez bi tendurist bim.”

‘Hevjînê min nehişt diyetek ji bo xwe çêkim’

Bi heman rengî azadiya di warê xwarinê de jî ji bo gelek jinan tuneye. Monîre Rezaî (Bi navê lixwekirî) wiha dibêje: “Min xwest ku ji bo xwe diyeteke taybet çêkim lê hevjînê min li dijî vêya derket. Digot ‘li malê çêkirina xwarina cuda, bereketê kêm dike.’ Diyetê weke nankoriya ku mirov li bedena xwe bike didît. Di encamê de neçar mam dest ji diyetê berdim.”

Ev mînak hemû nîşan didin ku sedemên krîza obezîteya di nava jinên Îranê de zêde bûye, hebûna çand û kontrola pergala desthilatdariya mêr a li ser jinan e. Ji ber ku mafê jinan ê spor, meş û çêkirina xwarina bi tendurist ji wan hatiye girtin, ev krîz kûrtir dibe.