Dayîkên Aştiyê yên Kobanê silav ji bo dayîkên Bakurê Kurdistanê re şandin

Dayîkên Aştiyê û malbatên şehîdan yên Kobanê bi daxuyaniyeke konferansa Dayîkên Aştiyê ya piştî 12 salan hat lidarxistin silav kirin.

Kobanê – Dayîkên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê di 18-19’ê Cotmehê de piştî 12 salan 3’emîn konferansa xwe li darixstin. Konferansa ku bi diruşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aştiyê ne” pêk hat, ji bo xûrtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, gaveke girîng bû.

Ji bo silavkirin û piştgiriya dayîkên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê, îroj li Kobanê Dayîkên Aştiyê û yên şehîdan, her wiha Insyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

 Di daxuyaniyê de endamên Insyatîfa Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo, dayîkên Aştiyê û malbatên Şehîdan amedebûn. Daxuyaniya ku li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan hat dayîn, ji aliyê rêveberiya Meclîsa Jin ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Cîhan Hemî daxuyanî hat xwendin. 

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke dayîkên Şehîdan û dayîkên Astiyê yên li Kobanê silavên xwe yên germ ji bo Konferansa Dayîkên Aştiyê ya li Amedê pêk tê dişînin û ji bo wan dayîkan di konferansê de serkeftinê dixwazin û ji bo biryarên dîrokî yên ku dê aşitiyê ji gelê me re bînin û rûmeta mirovahiyê biparêzin, bi dil û can serkeftinê ji wan re dixwazin.”

“Em dizanin ku koletiya mirov bi koletiya jinan li Mezopotamya dest pê kiriye û îro jina azad li heman erdnîgariyê radibe da ku nirxên koletiyê bişkîne û ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo hemû cihanê serkeftinan bi dest bixe. Dirûsmeya "JIN JIYAN AZADÎ", ku ji Kobaniyê wek qêrîneke ji bo berxwedanîya jinan li hemberî koletiyê û terorîzma tarî dest pê kir, di dema şehadeta "Jîna Emînî" de bû sloganek cihanî, ku ji hêla jinên azad ên li çar aliyên cihanê ve hat bilindkirin, û rûpelek nû di tomarên berxwedana jinan de li ser asta cihanî vekir.”

“Dayîkên şehîdan û dayikên Aştiyê li Kurdistanê nûnertiya jinên azad dikin û her tim di dilê soreşa Kurdî de bûn.  Ew in yên ku dema kur û keçên xwe şehîd dibin, bi dengekî bilind bilêliyan dikin û rûmeta gelê me diparêzin, bi awayekî ku di nav neteweyên din de kêm tê dîtin. Carek din, em dayikên sehîdan û dayikên astiyê yên li Kobaniyê, konferansa we piroz dikin. Em ji we re serkeftin û serfiraziyê dixwazin.”

Daxuyanî bi siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.