9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehît Herekol destpê kir
9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol destpê kir. Pêşangeha li Qamişloyê destpê kir, dê heya 26’ê Cotmehê vekirî be. Di pêşangehê de banga tevlîbûna cîhanî hat kirin.

Qamişlo – 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê di bin dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” de, di 20’ê Cotmehê de li bajarê Qamişloyê destpê kir. Pêşangeh dê heta 26’ê Cotmehê bi semîner û şevbuhêrkan bidome.
Ji sedî 40 beşdariya jinan çêbû
Di pêşangehê de 51 weşanxane bi giştî 140 hezar pirtûkên ji çar aliyên Kurdistanê û welatên derve (Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Swêd, Belçîka û Libnan) cih digirin. Bi zimanên cuda yên wekî Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Fransî, Rûsî, Suryanî û Ermenkî pirtûk hene. Tevlîbûna jinan a di pêşangehê de ji sedî 40 e û hejmara pirtûkên Kurdî ji sedî 43 ye. Pêşangeh bi amadebûna kesayetên siyasî, çandî, wêjeyî û hunerî, her wiha dayîka Herekol û Hevrîn Xelef, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, li Parka Azadî destpê kir.
‘Pêşangeh ronîkirina tarîtiyê ye’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfîraz Şerîv axivî û got: “Pêşangeha Şehîd Herekol a 9’emîn ku her sal tê lidarxistin, bi amadebûna bi dehan nivîskar û helbestvanan pêk tê. Pirtûk sembola azadî û şaristaniyê ye. Navê Şehîd Herekol ne tenê bîranînek e, navê wî bûye ronahiya çandê û tarîtiyê ronî dike û îradeya jiyanê naşkîne tevî zehmetiyan jî. Şoreşa rast a her gelî ne tenê di çavkaniyên wê yên madî de ye, di dewlemendiya raman û kûrahiya hişmendiya wê de ye jî. Pêşangeha Şehîd Herekol ne tenê ji bo pêşandana pirtûkan e, her wiha dide diyarkirin ku çanda me bi hemû reng û cihêrengiya xwe di pêşangehê de hebûna xwe îspat dike û tevî zehmetiyan serî hildide.”
‘Em bi hev re nîşan didin ku çanda me hê jî zindî ye’
Her wiha li ser navê Komîteya Amadekar Îlyas Sîdo derbarê amadekirina pêşangehê de axivî û wiha got: “Pêşangeha Şehîd Herekol ne tenê cihê pirtûkan e, her sal ji bo ronahiya dîroka peyivên azad û zanyariya civakî tê lidarxistin. Li vir em bi hev re nîşan didin ku çanda me hîn jî zindî ye, cewherê azadiyê ye û li dijî tarîtiyê ye. Em Şehîd Herekol bi bîr tînin ku niha di nav her ziman û çandê de dijî. Em bawer dikin ku xwendin û pirtûk çavkaniyên azadiyê ne û çand bingeha avakirina mirovekî azad û civakek demokratîk e. Em bi hev re dikarin pirtûkê bikin berxwedan.”
‘Ev 9’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol e’
Firyal Çolê jî da zanîn ku salane Pêşangeha Şehîd Herekol tê lidarxistin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev 9’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol e. Pêşangeha Şehîd Herekol salane li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Îsal li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Armanca me ji lidarxistina vê pêşangehê ew e ku derfet hebe ji kesayetiyên hezkiriyên pirtûkan û xwendinê re, ku bi hemû beş û zimanên cuda beşdar bibin û derfet heye heta deqeya dawî ku her kes û hemû pêkhate amade bibin.”
‘Li ser asta cîhanê bi giştî jî beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol bûne’
Firyal Çolê diyar kir ku 13 hezar û 700 navnîşan li Pêşangeha Şehîd Herekolê amade ne û wiha got: “13 hezar û 700 pirtûkên dîrokî, zanistî û hebûna cîhanê bi giştî û bi gelek ziman û beşan wekî felsefî, olî, dîrokî û zanyarî amade ne û hatine lidarxistin. Li Pêşangeha Şehîd Herekolê 51 weşanxane hatine avakirin. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser asta cîhanê bi giştî jî beşdar bûne û li her çar perçeyên Kurdistanê di nav de wekî weşanxaneyan beşdar bûne. Ev 4 meh in ku hazirî ji Pêşangeha Şehîd Herekol re hatine kirin, lê salane wekî dûbarekirineke di mêjiyên herkesî de ye ku di meha Cotmehê de Pêşangeha Şehîd Herekol tê lidarxistin. Hezkiriyên Pêşangeha Şehîd Herekol bi kêf û coş her sal amade dibin. Daxwaziya me wekî Komîteya Amadekar ew e ku cîhan bi giştî bibe alîkarê vê pêşangehê.”