Li Xezayê 3 hezar û 600 zarok di bin xirbeyan de man

li Xezaya ku Êrîşên Îsraîlê lê didome; 15 hezar û 694 ji wan zarok 37 hezar û 296 kesan jiyana xwe ji dest dane. 3 hezar û 600 zarok dibin xirbeyan de mane û 500 zarok jî parçeyên ji laşên xwe winda kirine.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê der barê êrîşên derdevam yên Îsraîlê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav 24 seetan de li hinek heremên Xezayê de 3 qetlîam pêk hatiye. Di êrîşên ku mijara gotinê de 300 Filistînî jiyana xwe ji dest dane 95 kesan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiyê 37 hezar û 296’an, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 85 hezar û 197’an. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hîn dibin xirbe û li kêleka rêyan de cenaze hene.

15 hezar û 694 zarok jiyana xwe ji dest dane

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya Xezayê ve hat dayîn de der barê rewşa zarokan de agahî hatin parvekirin. Li daxuyaniyê; di êrîşên  artêşa Îsraîlê de 15 hezar û 694 zarok jiyana xwe ji dest dane nêzî 34 hezar zarok jî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê herî kêm 200 zarokî revandiye. 17 hezar zarok sêvî mane, ji wan zarokan 510 kesan dayikên wan jiyana xwe ji dest dane. 700 hezar zarok bi zorî ji cîhên xwe bûne. Di êrîşan de mala 650 zarokan hilweşiyaye.

3 hezar û 600 zarok dibin xirbeyan de ne

Nêzî 3 hezar û 600 zarok dibin xirbeyan de winda bûne, hezar û 500 zarok çavên xwe an jî perçeyek ji laşê xwe winda kirine yan jî ji ber birîndayê astedar bûne.  625 hezar zarok jî ji perwerdeyê bêpar mane.

Ji sedî 98’ê zarokan nikarin xwe bigihînin ava wexwarinê

Ji sedî 98’ê zarokan rojê ji 3 lîtreyan kêmtir av digihîjin wan. 3 hezar û 500 zarokên bi nexweşiyên kronîk ketine ji ber kêmxwarinê û nebûna lênerîna pêwîst a tenduristiyê di bin metirsiya mirinê de ne. Li Xezayê 60 hezar pitikên di zikê dayika xwe de ji ber bandora bombe û teqemeniyan ketine ber xetereyên wek jiberçûn, mirin û astengdariyê.

40 hezar pitik nehatin derzîkirin

Nêzî 40 hezar pitik nekarîn derziyên pêwîst werbigirin. Ji 82 hezar zarokên bi nîşaneyên kêmxwarinê re, bi qasî 29 hezarî wan nîşanên giran hebûn. 33 zarok ji ber kêmxwarinê mirin. 450 hezar zarok ji ber bermayiyên ku ji bo pêxistina agir ji bo xwarinê tên bikaranîn, di bin xetereya kanserê û nexweşiyên nefesê de ne.

Hemî zarokên li Zîvala Xezayê ji ber kêmbûna malzemeyên paqijiyê, koçberiya bi darê zorê û qerebalixiya navendên ku jicîhûwaran dihewîne ji şewbê û enfeksiyonê metirsîdar in. Hemû zarokên li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê rastî travmaya psîkolojîk yên wekî tirs, fikar û depresyonê tên.