Li Wargeha Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi awayekî girseyî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mehrîcanekê hat pîroz kirin, bi dawî bû.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sal ji aliyê Qada Perwerdê ve Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ku di 18’ê Sibatê de bi turnûvaya futbolê destpê kir, duh jî bi pêşbirkên cûda û coşekî mezin bi dawî bû.

Bernameya duh bi orkestraya dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn destpêkir. Piştre di navbera dibistanên seretayî de beşa govendê hunerên xwe pêşkeşkirin. Her wiha navenda Hêvî jî pêşbirkên guvend û lîystîkên din de cihê xwe girtin û reng dan şahiyê. Di navbera şahiyê de jî dem bi dem xwendekarên di pêşbirkan de pile girtine hatin diyar kirin.

 Şahî bi pêşbirkên wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast giştî bi dawî bû.