Li Tûnisê li dijî krîz û zextan jin daketin kolanan
Li Tûnisê bi sedan jin li dijî xizanî, zext û krîza aborî daketin kolanan û peyamek zelal dan desthilatdariyê; "Em paşve gav naavêjin.”
Tunis – Jinên ji paşxaneyên siyasî yên cihêreng li Tunisê daketin kolanan da ku li dijî rewşa aborî ya xirabtir, xizanî û sînordarkirina mafên bingehîn li welêt protesto bikin. Meşa neteweyî, ku ji ber avahiya Sendîkaya Giştî ya Karkerên Tûnisê (UGTT) dest pê kir û heta Şanoya Şaredariyê ya li paytextê berdewam kir, gelek daxwaz ji krîza aborî bigire heya mafên jinan, azadiya ramanê û serxwebûna dadweriyê anîn ziman.
Di meşê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan û jinan beşdar bûn. Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, Komeleya Jinên Demokratîk, Dengên Jinan, Komeleya Piştgiriya Înîsiyatîfên Sektora Çandiniyê, Baroya Tunisê, Sendîkaya Rojnamevanan û Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tunisê di nav rêxistinên ku piştgirî dan çalakiyê de bûn.
Daxwazên aborî, azadiya ramanê û daxwazên demokratîk
Xwepêşanderan daxwaza zêdekirina derfetên kar, bilindkirina hêza kirînê, kêmkirina lêçûnên jiyanê û baştirkirina xizmetên li nexweşxane û dibistanan kirin. Azadkirina kesên ku ji ber nerîn, çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl hatine girtin, misogerkirina azadiya ramanê, çapemeniyê û civînên aştiyane û betalkirina qanûnên ku van mafan sînordar dikin jî di nav daxwazên sereke yên meşê de bûn.
Jinan her wiha daxwaz kirin ku dadwerî ji desthilata cîbicîkar serbixwe bibe, Dadgeha Bilind a serbixwe were hilbijartin, Dadgeha Destûrî were damezrandin û hilbijartin bi awayekî azad û dadperwer di bin çavdêriya dezgehek serbixwe de werin lidarxistin. Wan tekez kir ku divê gel bikaribe rêberên xwe bi rêya sindoqên dengdanê hilbijêre, çavdêrî bike û biguhezîne.
Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên wekî "Kar, azadî, rûmeta neteweyî", "Azadiya çapemeniyê xeta me ya sor e", "Deriyên ji çapemeniyê re girtî ne, hucreyên ji hiş re girtî ne", "Hikûmet, şerm li te be, biha pir bilind in", "Em li ber xwe didin", "Em şer dikin" û "Em li dijî hemû hêzên paşverû di serhildanê de ne" hatin avêtin.
‘Cudakarî û xizanî herî zêde bandorê li jinan dike’
Aktîvîsta mafên jinan û mirovan Halîme Hemmamî diyar kir ku şert û mercên jiyanê li Tûnisê pir zêde bûne, mirov bi xizanî, birçîbûn û pirsgirêkên gihîştina pêdiviyên bingehîn re rûbirû ne. Halîme Hemmamî destnîşan kir ku dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên wekî ava vexwarinê, derman û veguhastinê jî zehmet bûye. Her wiha mirov ji bo gihîştina veguhestina pêwîst ji bo pêkanîna jiyana xwe ya rojane û beşdarbûna çalakiyên civakî zehmetiyan dikişînin.
Halîme Hemmamî anî ziman ku cîhan bi krîzên cûrbecûr re rûbirû ye, lê ev krîz li Tunisê girantir in û pirsgirêkên aborî ji ber tepeserkirina azadiyan girantir dibin. Halîme diyar kir ku girtîgeh jin û mêrên ku ji bo mafên xwe şer kirine tijî bûye û tekez kir ku mafên ku bi şoreşê hatine bidestxistin, nemaze azadiya derbirînê û azadiyên giştî û takekesî, têne hedefgirtin.
Halîme Hemmamî bal kişand ser rewşa jinan û got ku jin hem di warê taybet û hem jî di warê giştî de rastî tundiyê tên. Wê diyar kir ku cudakariya sîstemîk û dûrketina ji aboriyê bi taybetî bandorê li jin û keçan dike û destnîşan kir ku di van şert û mercên xerabtir de yên ku herî zêde zirarê dibînin jin in. Halîme diyar kir ku zimanê heqaret li jinan her ku diçe zêdetir dibe û kesên ku rastî cûrbecûr zext û şîdetê tên bi têra xwe nayên parastin û her wiha got ku hemû beşên civakê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ne.
Halîme Hemmamî di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku hem kal û pîr hem jî ciwan ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar in, bal kişand ser kêmbûna derfetên kar, derfetên perwerde û pêşkeftina pîşeyî yên guncaw, şert û mercên xebatê yên mirovî û derfetên jiyana civakî. Wê tekez kir ku ji bo ku welat ji şert û mercên heyî derbas bibe, bersivek civakî ya bihêz hewce ye.
‘Siyaseta bêdengkirinê û sozên vala naqebûl in’
Çalakvana jin û jîngehê Maude El-Camiî jî got ku ew beşdarî meşê bûye da ku dengê xwe li dijî neheqî û zilma ku gelê Tunisê pê re rûbirû ye bilind bike. Maude El-Camiî diyar kir ku niha mirov ji ber raman, gotin an helwestên xwe têne girtin û zindanîkirin û destnîşan kir ku ew polîtîkayên hikûmetê yên ku armanc dikin dengên azad bêdeng bikin qebûl nakin.
Mewda El-Cemiî, ku got ku ew dixwaze bi beşdarbûna di meşê de peyamek zelal ji hikûmetê re bişîne, tekez kir ku gotinên siyasî û pratîkên heyî nikarin berdewam bikin. Mewda El-Cemiî behsa pirsgirêkên jîngehê yên li parêzgeha Gabesê kir û diyar kir ku tevî serdanên fermî yên dawî li herêmê tiştek neguheriye û got:
"Mirov difetisin, mirov her roj dimirin, lê tiştek naguhere. Em dibînin ku rapor, sozên vala, daxuyaniyên mezin û qanûnên paşverû têne amadekirin û dûv re têne avêtin. Berevajî vê, mirov bi tohmeta astengkirina pêvajoyê têne cezakirin.”
Mewda el-Cemiî diyar kir ku projeyên ku îro hatine ragihandin û sozên ku hatine dayîn ti hêviyê nadin û got ku ew ê têkoşîna li kolanan bidomînin. Mewda el-Cemiî axaftina xwe bi dirûşmeya "Ne tirs û ne jî teror, kolan aîdî gel in" bi dawî kir.
‘Karkerên çandiniyê yên jin ji mafên bingehîn bêpar in’
Munîre Bin Salîha, koordînatora Tevgera Jinên Karkerên Çandiniyê, got ku wê beşdarî meşê bûye da ku hişyariyê bide ser pirsgirêkên ku jinên karkerên çandiniyê li seranserê welêt pê re rû bi rû dimînin. Wê diyar kir ku heta niha di şert û mercên kar û jiyana jinan de ti başbûn çênebûye, û sozên hatine dayîn nehatine bicîhanîn.
Munîre Bin Saliha rewşa heyî bi van gotinan îfade kir:
"Heta îro tiştek neguheriye. Şert û merc hîn jî wek xwe ne. Soz hene, lê yek ji wan li ser erdê nayên bicîhanîn."
Wê destnîşan kir ku pirsgirêkên di sektora çandiniyê de hîn jî hene, û karkerên jin bi dûrxistin, paşguhkirin û nebûna mafan re rû birû ne. Wê tekez kir ku jin nikarin bigihîjin mafên herî bingehîn ên wekî lênihêrîna tenduristiyê, ewlehiya civakî û veguhastina ewle û mirovî.
Munîre Bin Salîha di dawiya gotinên xwe de qala daxwezên xwe dike û dibêje ku daxwazên wan bi tevahî, mafên civakî ve girêdayî ne û bi van gotinan dawî li axiftinên xwe tîne:
“Em îro li vir in ku ji dûrxistin û şermezarkirina karkerên çandiniyê yên jin re bêjin na. Daxwaza me a sereke pêkanîna fermana ku dê mafên karkerên çandiniyê yên jin garantî bike ye. Em amade ne ku hemû rêbazên têkoşîna aştiyane bikar bînin da ku vê mafî bi dest bixin."