Dayîkên Şemiyê: Înkar û bêcezatiyê biqedînin
Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 125’an de aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn û bang li rayedaran kirin: "Dosya bi zanebûn hat girtin, ji daxwaza edaletê gav paşde nayê avêtin.”
Stenbol – Dayîkên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 125’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosûn ê ku di 19’ê Cotmeha sala 1995’an de hatibû windakirin hate pirsin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin.
‘Ew ê min bikujin’,
Îkbal Eren anî ziman ku ev 31 sal e ew li aqûbeta Fehmî Tosûn dipirsin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sibeha 19’ê Cotmeha 1995’an de, Fehmî Tosun (35), bavê pênc zarokan bû û li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Huseyîn Aydemîr re taştê dixwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin. Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmî Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya û got, ‘Ew ê min bikujin!’ Ew bazdan ber bi wî ve, lê Fehmî Tosûn bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanim Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina hevjînê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Le polîsan bi gotina ‘Tiştê ku em karibin bikin tune ye’, tiştekî nekirin. Hanim Tosun û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hemû tedbîrên yasayî girtin da ku bûyerê li ber çavan bigirin. Lêbelê, wan girtina Fehmî Tosun înkar kirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmî û ne jî Huseyîn Aydemîr ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin.”
‘Dosya bi zanebûn ket ber demboriyê’
Îkbal Eren destnîşan kir ku malbat piştî bûyerê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û got: “Di doza ku di sala 2003’an de bi encam bûye de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMME’yê de wiha got, ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmî Tosun xemgîn e’. Tevî ku DMME’yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê pêkanîna lêpirsînek bibandor, bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê û ji ber demboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin. Dosya bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin, Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya yasaya gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin. Çend sal derbas bibe jî em ê aqûbeta windayan bipirsin.”
‘Êdî bes e, Qada Galatasarayê vekin’
Hanim Tosûn diyar kir ku dewlet çîroka wan, ji wan baştir dizanê û got: “Êdî qala heqîqetê nekin. Çima îro em li pêşiya bariyerên polîsan in. Em li vir behsa aştiyê dikin. Em windayên xwe dixwazin. Êdî bes e. Qada Galatasarayê vekin. Ji me netirsin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû