Abdullah Ocalan: Rizgarî di yekîtiya azad û siyaseta demokratîk de ye
Li Torînoyê bi beşdariya gelek aktîvîstên jin û siyasetmedaran konferansa aştiyê hat lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand destnîşan kir ku divê cihê çekan siyaset be li şûna çekan jî hiqûq bikeve dewrê.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Torîno yê Îtalyayê bi navê “Di Rojhilata Navîn de ji bo Aştiyê Perspektîfek” konferansek girîng hat lidarxistin. Di konferansê de ku gelek aktîvîstên jin, siyasetmedar, şaredar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên demokratîk û dostên Kurdan hatin cem hev, xeta têkoşîna hevpar û çareseriya demokratîk hat nîqaşkirin.
Konferans bi hevkariya Şaredariya Torînoyê, Komîteya Mafên Mirovan a Herêmî û Rêveberiya Herêmî ya Pîemonteyê û bi piştgiriya Weqfa Teserufê ya Torînoyê hat organîzekirin. Yek ji beşên herî girîng ên konferansê jî peyama nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ku ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû şandin.
'Pevçûn û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî neanîn'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand û di destpêka peyama xwe de silavên xwe yên piştevaniya navneteweyî û azadiyê ji beşdarên konferansê re şand û hêvî kir ku konferans bibe alîkarê avakirina yekîtiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku Rojhilata Navîn îro di nava qonaxeke girîng re derbas dibe û destnîşan kir ku şer, pevçûn, çareseriyên netewe-dewletan û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî û azadiyê neanîne. Abdullah Ocalan diyar kir ku ev tişt êdî eşkere bûye û wiha berdewam kir:
"Ji ber vê yekê erka me ya bingehîn ew e ku em dest ji siyaseta şer berdin û siyaseta demokratîk esas bigrin; civakê birêxistin bikin, serdemeke nû ya ku jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan mîsoger dike ava bikin. Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk, yek ji sernavên sereke yên nîqaşên vê lêgerînê ne."
'Bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser guherîna stratejîk û got ku fesihkirina PKKê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî divê mîna destpêka serdemeke nû were dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ev guherîn nêzikatiyeke nû, nêrîneke nû ya ji bo meseleyê neçar dike û xalên girîng ên ji bo aştiyeke mayînde wiha rêz kirin:
"Divê em bi eşkereyî bibêjin ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku di encama pêvajoyê de aştî mayînde bibe divê sedemên pevçûnê ji holê werin rakirin, hebûn, ziman û çanda Kurdî were misogerkirin, astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û hemwelatîbûniya wekhev bigihîje temînata hiqûqî."
'Entegrasyona demokratîk ne lihevanîna yekalî ye'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tesbîta ku entegrasyona demokratîk ne lihevanîna yekalî ne jî tevlibûna bê şert a di nava sazûmaniya heyî de ye kir û destnîşan kir ku divê ev pêvajo bibe veguherîneke demokratîk ku cihêrengî nayên înkarkirin, maf tên naskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.
Di peyamê de hat diyarkirin ku temînata siyaseta demokratîk komara demokratîk e û temînata civaka demokratîk jî hiqûq e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku bêyî temînatên hiqûqî, siyaseta demokratîk mayînde nabe û pêvajoya aştiyê jî nagihîje serkeftinê.
'Çareserî ne di afirandina desthilatdariyeke nû de ye'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkiliya di navbera çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de jî anî ziman û wiha peyama xwe berdewam kir:
"Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nayê fikirîn. Demokratîkbûna Tirkiyyê jî ji derketina îradeyeke siyasî ku jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan dabîn dike cuda nîn e. Girîngiya perspektîfa konfederalîzma demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn ev e. Çareserî ne di bin nasnameyekê de helandina gelan, ne ew e ku sînor û cihêrengî bibin sedema pevçûnan, ne jî afirandina desthilatdariyeke nû ya dewletparêz e."
'Divê siyaset bikeve şûna çekan hiqûq bikeve cihê bêbaweriyê'
Abdullah Ocalan di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir ku tişta îro hewcedarî pê heye ew e ku li şûna siyaseta şer siyaseta demokratîk, li şûna înkarê naskirin, li şûna zorê hiqûq û li şûna perçebûna civakî jiyana hevpar a azad û wekhev were avakirin. Ocalan diyar kir ku ev veguherîn neçar dike ku dewlet û aktorên siyasî berpirsyariyê bigrin ser milên xwe, saziyên demokratîk bêhtir werin xurtkirin û civak der barê paşeroja xwe de bibe xwedî gotin û biryar.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama xwe wiha bi dawî kir: "Dostên ezîz, ez hêvî dikim ku ev konferans perspektîfa konfederalîzma demokratîk di şert û mercên îro de nîqaş bike û riyên diyarkirî yên çareseriya demokratîk derxe holê. Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû, pêwendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekîtiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye. Divê siyaset bikeve şûna çekan, hiqûq bikeve cihê bêbaweriyê û wekhevî bikeve şûna înkarê. Riya aştiya mayînde ev e. Ez konferansa we careke din, bi baweriya xwe ya ji bo aştî û azadiyê silav dikim."