Li Misirê atolyeya nivîsandina edebî hate lidarxistin

Navenda Jineolojiyê ya li Misirê, bi armanca pêşxistina jêhatîbûnên nivîsandina edebî û çandî yên jinên ciwan e û mîsogerkirina veguherandina serpêhatiyên jiyana xwe ya ji çîrok û romanan re, atolyeyeke perwerdeyê lidarxist.

Misir – Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya li Misirê, di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê "Pênûsên Jinan" de, bi armanca pêşxistina jêhatibûnên hilberandina naverokên wêjeyî û çandî yên nivîskarên jin, atolyeyeke perwerdeyê ya du rojî lidarxist.

Atolyeya duyemîn a kampanyaya "Pênûsên Jinan" a ji aliyê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ve hate organîzekirin, îro destpêkir. Ji atolyeya ku balê dikşine ser teknîkên nivîsandina wêjeyî re nivîskar û kesayeta wêjeyî Mona el-Şemmah û nivîskar Nesrîn Mettûk beşdar bû. Her wiha gelek jinên ku bi nivîsandina wêjeyî û afirîneriyê re eleqeder dibin jî beşdarî atolyeyê bûn.

Rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nûjîn Yûsif, di dema atolyeyê de diyar kir ku xebata "Pênûsên Jinan" girîngiyeke mezin dide kêmkirina valahiya di navbera zanîna teorîk û sepana pratîk de. Nûjin Yûsif, anî ziman armanc ew e alîkariya beşdaran bikin ku şêwazên xwe yên nivîsandinê yên taybet kifş bikin û bikarin zehmetiyên di afirandina naverokên wêjeyî û çandî de derbas bikin.”

Di rûniştina ewil ku ji aliyê nivîskar Nesrîn Mettuk ve hate birêvebirin de, hêmanên ku di gotarên wêjeyî û çandî de bala xwendevanan dikişînin, hatin nirxandin. Her wiha jêhatîbûnên bingehîn ku divê nivîskar ji destpêka gotarê heta dawiyê bala xwendevanan bikşîne, hatin nîqaş kirin.

Di rûniştinê de zehmetiyên nû yên nivîskar di serdema teknolojiyê ku bi leza belav dide de rûbirû dimînin, hate nirxandin. Hate destnîşankirin ku ev guhertin gihîştina xwendevanan zehmettir kiriye û lewma girîngiya pêşxistina teknîkên nivîsandinê, hilbijartina mijarên balkêş û bi awayekî zelal û bi şêwazeke yekgirtî pêşkêşkirina ramanan, derket pêş.

Derfeta îfadekirina raman û çîrokên kesane

Seroka Navenda Jineolojiyê ya Misirê Dr. Dîna Muhsin, diyar kir ku kampanyaya “Pêynûsên Jinanji bo jinên ku dixwazin jêhatîbûnên xwe yên nivîsandinê û afirîneriya xwe pêş bixin, qadeke girîng peyda dike û anî ziman ku bi rêya perwerde û danûstandina ezmûnan, beşdar derfetê dibînin ku raman û çîrokên xwe yên kesane bi awayên cûda îfade bikin.

Veguhertina ezmûnên jiyanê ya ji bo çîrok û romanan

Di rûniştina duyemîn ku tê plankirin sibe bê lidarxistin de, dê ezmûnên kesane, hest û pirs çawa dikarin veguherin materyalên wêjeyî yên ku dibin bingeha çîrok an romaneke, bê destgirtin.

Di çarçoveya perwerdeyê de wê ev mijar bên destgirtin:

*Hilbijartina kêliyek an jî bûyerek ku hêjayî vegotinê ye.

*Avakirina karakter û nakokiyan.

*Veguhestina hestan a bi awayekî hunerî ya ji çîrokê re

*Eşkere kirina cudahiyên di navbera nivîseke kurt a çîrokekî de.

*Rola xeyalê ya di berfirehkirina ezmûnên kesane û veguherandina wan a ji bo berhemên wêjeyî de.

*Xebatên nivîsandinê yên pratîkî ya ji bo beşdaran.

Hewildana pêşxistina jêhatibûnên jinan

Ev atolye, di çarçoveya kampanyaya "Pênûsên Jinan" de ku armanc dike piştgiriyê bide jinên ciwan û jêhatîbûnên wan ên nivîsandin û afirîneriyê pêş bixe de tê lidarxistin.

Kampanyaya ku ji çar perwerdeyê yên cuda pêk tê, hewl dide zanîn û jêhatîbûnên jinan a di warên nivîsandina analîtîk, nivîsandina wêjeyî, nivîsandina li ser bingeha mafan û nivîsandina lêkolînên akademîk de xurt bike û teşwîq dike ku jin ezmûnên xwe bi nivîskar û kesayetiyên wêjeyî yên xwedî ezmûn re parve bikin.