Li Tûnisê jinan ji bo Şerîfa Riahî ya girtî bang kirin

Jinan li Tûnisê ji bo berdana Seroka Komeleya Tûnis ‘Welatekî Stargeh E’ Şerîfa Riahî bang kirin.

ZIHÛR MEŞRIQÎ

Tûnis – Seroka Komeleya Tûnis Welatekî Stargeh e Şerîfa Riahî, ji Gulana 2024'an ve heta niha li girtîgeha jinan Manoubayê tê girtin û bi sûcdariyên mezin ên li dijî ewlehiya dewletê re rûbirû ye. Ji ber ku nikare du zarokên xwe bibîne, derûniya wê her diçe xirab dibe. Li Tûnisê ji bo berdana Seroka Komeleya Tûnis ‘Welatekî Stargeh E’ Şerîfa Riahî çalakî hat lidar xistin.

Ji du zarokên xwe yên biçûk dûr maye

Malbata Şerîfa Riahî ya ku ji ber dozên têkildarî koçberên bêserûber ji 7’ê Gulanê ve girtî ye; bang li rayadaran kirin ku keça wan a hê ceza negirtiye serbest were berdan. Her wiha diyar kirin ku du meh piştî welidînê hatiye girtin û heta niha bebika xwe nedîtiye û şîr nedayê.

Dayika wê Farida El-Rayahî, diyar kir ku Şerîfa El-Rayahî di girtîgehê de di bin mercên giran de dijî û got: “Bêyî ku sûcên wê werin îsbatkirin ji zarokên xwe hatiye dûrxixistin û nikare keça xwe ya ku bûye 10 mehî bibîne. Tevî ku em helw didin ji kurê wê yê sê salî re bibêjin  qey dayika wî li derveyî welat dixebite jî ew dibêje qey miriye loma heta niha jî nizane ku dayika wê girtî ye.”

‘Em bang li rayedaran dikin ku dozên wan di ber çavan de derbas bikin’

Ferîda El-Rahayî ji bo keça wê serbest were berdan û li ba zarokên xwe yên biçûk be bang kir û wiha domand: “Dê li Tûnisê bimîne û welat neterikîne. Wê bi awayekî adil bidarizînin lê ji dayiktî û dengê zarokên wê bêpar nehêlin.” Ferîda El Fayahî bi gotinên; “Ji bo rehabîltekirina kesên ku ji bo armancên mirovî xwe feda dikin divê siyasetmedar û civaka sivîl di nava piştgiriyê de bin” bal kişand ku Şerîfa Rihaî û hevalên wê ji bo rastî bawerî û azadiyê di girtîgehan de ne.  

Ferîda El-Rahayî bang li rayadaran kir ku rewşa jinên ji bebik û zarokên xwe hatine dûrxistin li ber çavan bigrin û ev bang kir: “Mixabin gelek ji wan nehatin darizandin û li benda çarenûsa xwe ya nediyar in. Ez bang li rayedaran dikim ku careke din dozên wan di ber çavan re derbas bikin û wan bi awayê adil bidarizînin. Bi taybetî jî raporên di dosyayên wan de ji ber ku hê nehatine weşandin, em hê rasiyê û sedema girtina wan nizanin. Em dixwazin sedema girtina wan hîn bibin.”