Wezareta Perwerdeya Tirk li gel Ulku Ocaklari protokol îmza kir

Wezareta Perwerdeya Tirk bi Ulku Ocaklari re protokol îmza kir. Divê çarçoveyê de li dibîstanên Ulku Ocaklari de di çarçoveya xebatên perwerdeyê de wê, qursên teknîkî û pîşeyî vekin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Perwerdeya Tirk (MRB) her sal skandalên nû îmza dike. Di sala 2023’an de wezîrê perwerdê Yusuf Tekîn di hevdîtina butçeyê de axivî, wezaretê eşkere kir ku bi 10 tarîqatên ceamatê re protokolên wan hene û gotibû: “Em ê protokolan bidomînin.”  

Vê carê derket holê ku Wezaretê bi Ulku Ocaklari re protokol îmza kiriye. Wezareta Perwerdê di nameya di 2’ê Çileye de ji miduryeta giştî yê heta jiyanê perwerde, agahiya ku li gel Ulku Ocaklari protokol îmzakiriye da. Li gor nivîsa ku bi îmzaya alîkarê midurê giştî Huseyîn Kendircî şandî ji saziyan re; di çarçoveya protokola ku di 31’ê Kanûna 2024’an ketî meryetê de di dibîstanên Ulku Ocaklari de di çarçoveya perwerdeyê de wê qursên giştî, pîşeyî û teknîkî vekin.