Li Girtîgeha Evînê binpêkirina mafan

Girtiya siyasî Mehnaz Tirahe ragihand ku li girtîgeha Evînê mafê qanûnî yên girtiyan ên wek destûr û berdana mercî têne binpêkirin û got: “Li girtîgeha Evînê, bi mehan em daxwaza destûra tenduristiyê dikin, lê nayê dayîn.”

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî ya li Girtîgeha evînê Mehnaz Tirahe têkildarî weşandina vîdeoya jinên li girtîgehê govendê digerin, peyamek ji Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Îranê (INIA) re weşand.

Mehnaz Tirahe diyar kir ku li girtîgeha ku ji hezkiriyên xwe dûr û rayedar jê re dibêjin hotel, stran dibêjin û govend digerînin û got: “Li girtîgeha Evînê mafê yasayî yên girtiyan ên wek destûr û berdana mercî têne binpêkirin. Li girtîgeha Evînê, bi mehan em daxwaza destûra tenduristiyê dikin, lê nayê dayîn.”

Di 22’ê Mijdara sala 2022’yan de di dema Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de, Mehnaz Tirahe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan. Lê di sala 2023’yan de bi sûcdariya ‘kombûn û komplo û propagandaya dijî dewletê’ ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hate cezakirin. Mehnaz Tirahe bi du sal û 9 meh cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin û şandin girtîgeha Evînê.

Mehnaz Tirahe berê jî xemsariya civaka navneteweyî ya li hember rewşa girtiyên jin û gefa bidarvekirina sê girtiyên jin bi navên Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî rexne kiribû.