Li Sine jinan balkişand ser zêdebûna qetlîamên jinan
Jinên ji bo şermezarkirina qetilkirina Xezale Hedudî ku li Sine ji aliyê mêrek ve hatiye qetilkirin kom bûn, pirsa “Civaka ku di aliyê siyasî û civakî de civaka herî şanaz a Kurdistanê ye, çawa paradoksek wiha digre nav xwe?” kirin.
Sine- Li Sine di 1’ê çileyê de li gundê Zaxanî yê navçeyan Qurwe jina bi navê Xezale Hedudî ya 27 salî, ji aliyê mêrek ve hat qetilkirin. Jinên li Sine, li dijî qetliamên jinan ên zêde bûne daketin qadan. Parêzvanên mafê jinan li ber mizgefta Halilullah ya gundê Naysar hatin ba hev, li dijî qetliamên jinan daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku jinan bi taybetî hikûmet rexne kir de wiha hat gotin: “Îro em li vê derê, ji bo ku em navê Xezale û biranînên wê bidin jiyîn kom bûn e. Em vê tundiyê tenê wek tundiya şexsî nabînin. Berovajî wê, di hemû tebeqeyên civakê de çavkaniya xwe ji fikrê mêrsalar ku hê hebûna xwe didomîne û ji baweriyan digre.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya li dijî jinê ne tenê li Kurdistanê li hemû Rojhilata Navîn didome û wiha hat gotin: “Di civakek ku ji bo wekhevî, azadî û rûmeta mirovatiyê her tim têdikoşe de, jin li gel mêran mil bi mil têdikoşin, lê îro em bi nakokiyên bi êş û dilê ne rihet re rû birû dimînin.”
‘Divê em nirxên xwe yên çandî û civakî ji nû ve binirxînin’
Di berdewama daxuyaniyê de pirsa “Çawa dibe di civakek ku xwe wek hişyariya civakî û siyasî dibîne de, jinên mîna Xezale ewê hê bibin qurbaniyên tundî û zextê?” hat kirin û wiha hat domandin: “Civakek ku dibêje ez edaletê pêk tînim, vê têgînê di mejiyê hemwelatiyan de bide çandin û çawa nikare wateyek rast pê bide qezenckirin? Di aliyê siyasî û civakî de civaka ku herî şanaz a Kurdistanê ye, çawa paradoksek wisa digre nav xwe? Ji bo bersiv ji van pirsan re bîbîne divê em nirxên xwe yên çandî û civakî ji nû ve di ber çav re derbas bikin.”
Rola hikûmetê ya di zêdebûna tundiyê de
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berî her tiştî dizanin ku awayê rêveberiyê û polîtîkayên hikûmetê, di marjînalkirina jinan de û di avakirina tundiya li dijî jinê de carek din, rolek bingehîn dilîze. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Aktivîstên civaka sivîl, bi taybetî parêzvanên mafê jinan, divê hertim di vê nêzîkatiyê de bibin yek: Jin, medyaya netewî, sîstema perwerdê û hemû amûrên din ên di kontrola hikûmetê de, hertim bi tundî û newekheviyê re rû bi rû dimînin.”
‘Jin mîna ‘hemwelatiyên çîna dûyem’ tê dîtin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yasayên bê edalet, jinan wek hemweltiyên çîna dûyemînin dibînin û wiha hat gotin: “Ev yasa bi tepesandina îradeya jinan ranewesiyta, di heman demê de tundiyê rewa kir û bi medyaya netewî û riya sîstema perwerdê, vê yekê normal kiriye. Ev yasa di şûna ku piştgiriya jinan bike, ji bo berdewamiya zextan ew kiriye rewşa amûrek. Lê belê ev pirsgirêk tenê bi vê yekê re sînordar namîne. Jinên Kurd, ji xeynî van rexneyên hiqûqî, rastî polîtîkayên navendî yên ku bi awayek sîstematîk êrîşê Kurdistanê dikin, hatin. Ev polîtîka, li beramberî jinan ji yekê zêdetir zext pêk aniye, astengkirina derfetê kar yê wekhev û sînordarkirina di mijara sûdgirtina ji derfetên aborî de, tenê çend ji vana ne. Polîtîkayên marjînalkirinê yên rêveberiya herêmê û dewletê, xizaniya çêkirî û zêdebûna bêparbûnê li Kurdistanê jinan dû qat bê parastin hiştiye.”
‘Jinên Kurd ji zagonên mêrsalar bandor dibin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundî û zexta li dijî jinan, bi taybetî li herêmên ji navendan dûr û li gundan, zêdetir tê dîtin û wiha hat domandin: “Ev herêm bêparbûnên sîstematîk û barê herî giran hildigirin. Me ev pirsgirêk bi caran anîne ziman, lê îro tiştê ku aktivîstên Kurd bala xwe bidinê, ev e. Jinên Kurd, tenê bi qurbaniyên polîtîkayên hikûmetê ve namîne. Di heman demê de yasayên mêrsalar, rewşa xweser a Kurdistanê, çêkerên çandî û civakî, heta hinek siyaseta navxweyî û aliyê tevgerên civakê, jinan ji ber vê newekheviya ku tê avakirin, bê bandor dikin.”
Di daxuyaniyê de balkişandin ser helwesta civakê ya li hember jinê û wiha hat gotin: “Di civaka me de jin, derbarê jiyana xwe de ji bo biryara herî asan bigrin jî, rastî zextên civakî û astengiyên ku çavkaniya xwe ji hikûmetê digrin dihatin. Hinek caran ji ber ku gotine ‘na’, rastî tundiyê hatine. Ev rastî, normên çandî û civakî jî, jinê anîne cihek ne wekhev û ew ji mafê wan yê hilbijartin û îradeyê bê par mane. Kokên van norman kûr in û divê em lê baldar bin.”
‘Civak ji kuştina jinê re sedemek dibîne’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina Xezale ya bi şewitandinê, civak kiriye du beş û wiha hat gotin: “Hinek ev bûyer şeremezar kirin, hinek jî bi fîîlî hewl dane sedemek jê re bibînin. Ev bertek, nîşan dide ku mêrsalariyên di civakê de di tebeqeyên cûda de kok dane û jin di bin navê namûs û kevneşopiyan de tên bêdengkirin. Di vê civakê de jin hê bi têgînên namûs û şerefê tên pênasekirin û wek kesên xwedî îrade û serbixwe nayên dîtin. Jinên di civaka me de, ji bo biryarên herî asan ên derbarê jiyana xwe de jî rastî zordariyên mezin tên û di dawî de yên wek Xezale, ji ber hewldanên ji bo berdewamkirina jiyanek ji rêzê jî, rastî tundiyê tên. Ev rewş derdixe holê ku civak li dijî vê tundiyê bêdeng maye û heta jê re sedem diyar kirine.”
‘Civaka ku xwe dispêre newekheviyê, ewê neghê pêşerojek demokratîk’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di bin navê namûsa malbat û çandê de, gelek kevneşopiyên hatin pêşkêşkirin, ji xwe amûrek ku wan kontrol bike û bitepisîne ye. Daxuyanî bi van gotinan bidawî bû: “Ev kevneşopî û bendewarî, jinan marjînal dikin û rê li ber tundiya hê zêdetir vedike. Lêpirsînkirina van baweriyan, li cihê vê bingehê edaletê, divê alîgirê wekheviyê bihêlin ji çandê re. Civakek ku xwe dispêre newekheviya di navbera jin û mêr de, wê ti car neghe pêşeroyek adilane û demokratîk. Herî dawî em rih û biranîna Xezale û hemû jinên ku di necama tundiya mêr de hatin qetilkirin, silav dikin. Em êşa herî mezin a malbatê parve dikin û em ji malbata Xezale re sersaxiyê dixwazin.”
Çalakî, bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.