Li Xezayê hejmara pitikên ji sermayê jiyana xwe ji dest dan derket 8’an

Li Xezaya ku di bin erişen İsraile de ye pitikeke din ji ber sermaya zede jiyana xwe ji dest da. Li Xezayê hejmara pitikên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane derket 8’an.

Xeza- Hat ragihandin ku li Zîvala Xezayê ya ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşî wê dike, ji ber hewaya sar pitikek 35 rojî jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê pitika ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.

Pitika 35 rojî jiyana xwe ji dest da  

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat diyarkirin zarokê bi navê Yusuf Ahmet Enver Kulub ê ku tenê 35 rojî bû ji ber şert û mercên giran ên avhewayê û sermaya zêde ya ku li Zîvala Xezayê pêk hat jiyana xwe ji dest da. Wezaretê bal kişand ser zêdebûna hejmara miriyên ji ber sermaya zêde û tekez kir ku bi vê bûyerê heta niha bi giştî hejmara miriyan gihîştiye 8 kesan.

17 hezar û 818 zarok…

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk hat de 45 hezar û 805 Filistînî ji wan 17 hezar û 818 zarok û 12 hezar û 287 jin in  jiyana xwe ji dest dane û 109 hezar û 64 kes jî birîndar bûne.