‘Dê têkoşîna me ya derxistina rastiyê hertim bidome’
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqayê Kerem El Hemed û Rojnamevana Jin TV’yê Sûad Mihemed diyarkirin ku dewleta Tirk û desthilatdar hertim ji rojnemgerên ku rastiyê derdixin holê di tirsin û ji bo veşartina sûcên xwe wan dikin hedef.
SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM
Reqa- Dewleta Tirk û hêzên desthilatdar hertim li gor berjewendiyên xwe çapemeniyê bikartîne û hertim çapemeniya azad a ku heqîqetê derdixwe holê dike hedef. Ji bo qutkirina dengê rastiyê çi ji destê wan tê dike û rojnamegerên ku rastiya êrişên dewletên desthilatdar derdixwe holê digre, qetildike û yan jî winda dike. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema di xwestin rastiya heyî bişopînin qetil kir. Her wiha cardin dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê rojnameger Gulistan Tara û Hêrû Bahadîn qetilkir. Herî dawî di dîroka 31’ê kanûna 2024’an de Asayişa Silêmaniyê bi ser Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye de girt û bi darê zorê kar û xebatên wê rawestand. Bertekên li dijî êrişên ser rojnegeran her ku diçe zêde dibe.
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Kerem El Hemed û Rojnamevana Jin TV’yê Sûad Mihemed tekîldarê êrîşên li ser çapemeniya azad ji ajansa me re axivîn.
‘Îradeya jina azad armancên wê têk bibe’
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem El Hemed da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk dixwazin li herêmê tevlîheviya bide avakirin û wiha got: “Çeteyên dagirkeriyê bi rêya fitne û tevliheviyan dixwazin derbeyekê li destkeftiyên şoreşa Rojava bidin û îradeya jina azad bişkînin. Bi îrade û hêza jina azad wê dawî li armancên dagirkeran bê û azadî bi serkeve. Li hember van tevliheviyan gelê herêmê xwe zane kirin e û armanca çeteyan û dagirkeriyê baş naskirine. Ji ber vê yekê tu car bi van fitneyan bandor nabin û rê li pêşiya şerê taybet venakin. Tekoşîna me ji bo derxistina rastiya nûçeyên derew û binpêkirina dengê azadiyê her tim bidome. Ew nikarin bi fitneyan û şerê taybet meşa me ya azadiyê asteng bikin.”
‘Ji îradeya çapamaniya azad ditirsin’
Rojnamevana Jin TV’yê Sûad Mihemed girtina şîrketa Gizingî Berbeyan şermezar kir û wiha got: “Tirsa rayedarên Tirk ji hêz û îradeya çapemeniya azad a ji bo eşkerekirina heqîqet û ajandayên wan ên li herêmê dixebitin, nîşan dide. Her wiha em biryara girtina şîrketa Gizingî Berbeyan ku dengê jinan temsîl dike, şermezar dikin. Ew şîrket kedek mezin daye ku bibe rêya derxistina rastiya siyasetên ku gelan û jinan tune dike. Girtina wê tê wateya bêdengkirina dengê rastiyê.”
‘Di derxistina dengê heqîqetê de em bi biryar in’
Sûad Mihemed bal kişand ser hedefgirtina rojnamevanan û wiha got: “Rejîmên otorîter ji çalakvanên jin û ji rojnamevanên jin, ku rastiyan bi pênûs û kamerayên xwe eşkere dikin, ditirsin. JIN TV yekem televiziyona ku bername, dosya û nûçeyên bi fikir û îradeya jina azad diweşand bû. Di heman demê de ew di şoreşa 19’ê Tîrmehê de rolek girîng û çalak lîst. Di belavkirina diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de xwedî rolek mezin bû ku bi vê dirûşemeyê karî dengê jinên li seranserî cîhanê bide bihîstin. Mixabin ev ne yekem care ku rojnamevanên jin li ber çavê hemû dinyayê tevî qanûn û peymanên navnetewî ji bo parastina mafê rojnamevanan di şer û pevçûnan de, hene, tên binçavkirin, girtin û hedef girtin. Em bang dikin ku ji biryara girtina şîrketa Gizingî Berbeyan bên vegerandin. Divê kesên ku kiryaran di derheqê mafê rojnamevanan de pêkî tînin di serî de dewleta Tirk a dagirker bên cezakirin. Tu tirsa me ji sucên wan tune ye û di derxistina heqîqetê de em bi biryar in.”