Li Tartûsê cenazeyê jinek hat dîtin
Cenazeyê endazyareke ciwan li gundê Sêsîniyê yê Tartûsê hat dîtin. Hate zanîn ku cenaze yê Rewan Amtaniyos Salom e ku Xiristiyan e û hatiye xeniqandin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundê Sêsîniyê yê Tartûsê cenazeyê endazyareke ciwan ku hatiye xeniqandin, hatiye dîtin. Li ser cenaze şopên îşkenceyê hene.
Çalakvanên ji Tartûsê li ser medyaya dîjîtal agahiyên der barê nasnameya endazyarê de parve kirin û diyar kir ku navê endazyar Rewan Amtaniyos Salom e, 25 salî ye û ji pêkhateya xiristiyan e.
SOHR’ê bang li aliyên eleqedar kir ku nasnameya sûcdar an jî kujeran aşkera bikin û radestî edaletê bikin. SOHR’ê hişyarî li ser bilindbûna pêla tundiyê û sûcên birêxistinkirî jî da.