Li Minbica dagirkirî jin bi şantaja dîjîtal re rû bi rû tên

Li Minbica ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye li dijî jinên ciwan şantaja dîjîtal tê kirin. Zarokek keç ku bi şantaja dîjîtal re rû bi rû hat ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Minbica ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye, di encama şantaja elektronîk de mirina zarokek keç, li bajar bû sedemê bertekên gel. Bûyer rê li ber bangên cezakirina bersûcan, kontrolkirina bûyerên ku mahremyetê binpê dike vekir.

Di bûyera ku rastî bertekên zêde hatî de, keçika biçûk bi derewa ku dixwaze pê re bizewice xistin xefikê. Ji keçê wêne û dîmenên taybet girtin. Keça ciwan dema li dijî gefên li dihat xwarin derket, wêne li ser kenalê WhatsApp perve kirin. Bêrayê keçê bertekek tund nîşanî belavkirina wêne da û xwişka xwe kuşt.

Valatiya ewlehiyê sûcan zêde dike

Ev bûyer hemwext, li Minbica dagirkirî zêdebûna sûcên wek şantaj, cînayet, dizî û revandinê nîşan dide. Ji ber kêmaniya tîmên ewelehiyê, ev sûc zêde dibin. Gel ji tirsa êrîşan, piştî dinya tarî dibe ji malên xwe dernakevin.

Aktivîstên xwecihî diyarkirin ku kaosa ewlehiyê bandor li her qadên jiyanê yên Minbic kiriye. Destnîşankirin ku divê li dijî şantaja elektronîk têkoşîn bê kirin û hemû kesên ku parvekirinên mahremiyetê binpê dikin belav dikin werin cezakirin. 

Di heman demê de anîn ziman ku belavkirina gotinên bi kîn yên hemû rêveberên melperan ên guman ku dibin sedema parçebûna dilsoziya civakê divê hesab bidin. Aktivîstan bibîr xistin ku divê medyaya dijîtal nebe amûra hilweşîn û bêbextî, bibe platforma hişyariyê.