Li girtîgeha Qerçek çi di qewime?

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bal kişand ser tiştên ku girtiyên jin li girtîgeha Qerçek dijîn. Rêxistinê ragihand ku girtîgeh li dijî girtiyan bûye cihê êşkencekirinê.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek a Tahranê û îşkenceyên dîtine daxuyaniyek da. Rêxistinê diyar kir ku girtîgeha Qerçek ya li Tahranê bûye cihê krîza mirovî û tundiya sîstematîk li dijî girtî.

Îşkenceya sîstematîk

Rêxistinê ragihand ku girtîgeha Qerçek bi tundiya sîstematîk ya dijî girtiyên jin nav û denge û bûye sembola êşkencekirina bêdeng. Hate diyarkirin ku li girtîgehê demek dirêje kehrebe tê  birîn, xizmeta tenduristiyê nayê kirin, ava pêwîst nîne û ev yek hemû dibin sedem ku jiyana girtiyên siyasî bikeve xeteriyê.

Pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di heman demê de da zanîn ku hinek girtiyên siyasî yên jin ev demek dirêje pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û nayên tedawî kirin.

Girtîgeha Qerçek, yek ji girtîgehên herî mezin ya li paytexta Îran Tahranê ye. Çalakvanên mafê mirovan, parêzerên serbixwe û rêxistinên navneteweyî jî di derbarê binpêkirinên li vê girtîgehê de tên kirin, gelek caran bang kirine û hişyarî dane. Lê li gorî raporan, binpêkirinên li ser girtiyên li girtîgeha Qerçek rûbirû zêdetir dibin.