Di êrîşa Dêrazorê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
Di encama êrîşa komên çekdar ên girêdayî Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ya li dijî herêma Bisêra ya Dêrazorê de, yek jê zarok 4 sivîl birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandê ya QSD'ê, ragihand ku duh bi şev, hin çekdaran ji aliyê çemê Firatê yê di bin kontrola rêveberiya demkî de li gundê Hiwêca El Fihêmat yê herêma Bisêra ya li rojhilatê Dêrazorê êrîş bir ser komeke sivîlan û yek jê zarok 4 sivîl birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşê de Umer Ebdilmensûr El Ilêwî (30), Hemada Hemad El Hetab (30), Adem Ebdilmensûr El Ilêwî (12) û Xalid Elhemed (24) birîndar bûn.
QSD'ê, da zanîn ku kiryarên çekdarên rêveberiya demkî jiyana sivîlan dixin metirsiyê. QSD’ê, destnîşan kir ku rêveberiya demkî berpirsyarê van binpêkirinan e û jê xwest ku rê li ber van kiryaran bigire û aramî û ewlehiya herêmê xirab neke.