Li Misrê jin li dijî sunetkirina jinan têdikoşin
Li Misrê rûxmê bangawaziyên rêxistinên jinan û mafên mirovan, diyardeya suneta jinan berdewam dike. Li dijî sûcê ku vegera wê nîn e jin dest ji têkoşînê bernadin.
ASMAA FATHI
Qahire – Kom û rêxistinên jinan û yên mafên mirovan her sal bi wesîleya 14’ê Hezîranê Roja Neteweyî ya Jiholêrakirina Suneta Jinan ji bo balkişandina binpêkirina mafên zarokên keç û têkoşîna li dijî vê binpêkirinê çalakiyên cur be cur li dar dixin.
Eleqeya îdiayan bi zanistê re nîn e
Jinên Misrê ruxmê têkoşîna ku ji sedsaleke zêdetir e dimeşînin bi civakeke paşverû re rû bi rû ne. Lê bi awayeke bêrawestan têkoşîna xwe ya li dijî sunetkirina jinan berdewam dikin. Sunetkirina jinan a ku eleqeya wê bi zanistê re nîn e dibe sedema encamên gelek xirab. Jinên ji Misrê ji bo protestokirina mirina zarokekê keç a 12 salî ya bi navê “Boudor” ku di 14’ê Hezîrana 2007’an de piştî ku rastî FGM hat jiyana xwe ji dest dabû, di sala 2008’an de ji bo jiholêrakirina FGM li Misrê weke roja neteweyî hilbijartibûn.
Bodour Shaker a li wilayeta Minya ya Misrê dijî, di 14’ê Hezîrana 2007’an de ji ber anesteziya pir zêde ya piştî wehşeta ku li ser wê hatibû pêkanîn di 12 saliya xwe de jiyana xwe jidest dabû.
Pirsgirêkên jinan û tevgera li dijî FGM
Navenda Alîkariya Hiquqî ya Jinên Misrê (CEWLA), bi beşdarbûna 26 jin û xortên ciwan di çarçoveya projeya têkoşîna li dijî tundiyê û bi armanca hişyarkirina bandorên neyînî yên suneta jinan komxebatek li dar xist.
Şêwirmenda perwerdeyê Ola Maussa di komxebatê de li ser xetere, zirar û bandorên derûnî û bedenî yên sunetê axivî û destnîşan kir ku sunetkirina jinan li hemberî zarokên keç sûc e.
Çalakiya Weqfa Jina Nû
Weqfa Jina Nû (NWF) li dijî sunetkirina jinan perwerdeyek li ser online da. Li gorî Weqfê yek ji xalên sereke yên têkoşîna li dijî sunetkirina jinan, di warê perwerdeya zayendî de zanakirina ciwanan e. Li perwerdeya online ya ji aliyê weqfê ve hatiye organîzekirin bal hat kişandin ku ji sedî 82 sunetên jinan ji aliyê doktoran ve tên kirin.
Endamên Navenda Lêkolînên Zayendî ya Tadwein li kolanan in
Endamên Navenda Lêkolînên Zayendî ya Tadwein jî ji bo hişyarkirina li ser sunetkirina jinan daketin kolanan. Jinên ku derketin, kolanan li ser xetereyên sunetkirina jinan û bandorên wê yên di hêla derûnî û fîzîkî de axivîn.
Dr. Randa Fahkr El-Din a li Tadweinê şêwirmenda tenduristiya derûnî ye, ji vê yekê bawer dike ku çareserkirina FGM derbaskirina fêrbûnên ku ji aliyê civaka Misrê ve weke çand tê qebûlkirin e.