Li Bexdayê li dijî Rêziknameya Caferî xwepêşandanek pêk hat

Jinên ku li Meydana Firdewsê civiyan, li dijî girtina mafê welayeta zarokan rabûn ser piyan û daxwaz kirin ku rêziknameya bêedalet bê betalkirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Jinên ku beşdarî çalakiyeke protestoyî ya li Meydana Firdewsê ya li navenda Bexdayê bûn, li dijî guhertina peymanên zewacê nerazîbûnek tund nîşan dan. Xwepêşanderan, ji bo dayîkên Iraqî mafên xwe yên welayetê ya zarokên xwe bigirin, daxwaza betalkirina madeyên di Rêziknameya Caferî de kirin.

Dayîkên ku bi xetereya windakirina mafê welayetê ya zarokên xwe re rûbirû ne, bi piştgiriya çalakvanên civaka sivîl ên ji herêmên cuda, dengê xwe bilind kirin û daxwaz kirin xalên bê edalet ên di Rêziknameya Caferî de bên rakirin.

Ev rêzikname bû bingeha guhertinên ku sala borî di Yasaya Rewşa Kesane de hatin kirin. Xwepêşandan, îro li Meydana Firdewsê ya li navenda Bexdayê pêk hat.

‘Na ji guhertina yekalî ya hevpeymanê’

Randa Xelîl a di çalakiyê de ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew li dijî guhertina peymanên zewacê ya bêyî pejirandina dayîkê ne û anî ziman ku ji ber hevjînê wê ya berê hevpeyamanê bi awayekî yekalî guhertiye, welayeta keçên xwe winda kiriye. Randa Xelîl, bang kir ku berjewendiyên zarok bên parastin û ew rêziknameyên ku zirar dide aramiya malbatê bên rakirin.

Piştevaniya jinên Silêmaniyê

Nûnera Rêxistina Azadiya Jinan û endama Hevbendiya 188’an aktîvîst Nagde Osman a ji bajarê Silêmaniyê beşdarî çalakiyê bû, li ser navê jinên Silêmaniyê, daxuyaniyeke piştevaniyê xwend.

Nagde Osman, piştgiriya xwe ji bo daxwazên dayîkên çalakvan anî ziman û xwest hemû biryarên ku mafên dayîk û zarokan binpê dikin, bên betalkirin.

‘Divê mafên jinan nebin amûra berjewendiyên siyasî’

Aktîvîsta civaka sivîl Manar el-Eqabî, diyar kir ku rêziknameya Caferî ne ji bo nîşandana rast a prensîbên mezhebê, ji bo xizmetkirina berjewendiyên siyasî hatiye amadekirin. Manar el-Eqabî, destnîşan kir ku ev yek gef mafên jin û zarokan dixwe û banga parastina mafên jinan û dabînkirina edaletê kir.

‘Ez ditirsim ku vegerim cem bavê xwe’

Zeyneb Ehmed a 18 salî ya beşdarî xwepêşandanê bû, diyar kir ku ew ditirse mafê xwe yê biryardayîna li ser cihê jiyankirinê winda bike û neçar bimîne bi bavê xwe re bijî. Zeyneb Ehmed anî ziman ku ew ji bo mafê hilbijartina cihê jiyankirina xwe, beşdarî xwepêşandanê bûye.

Zeyneb Ehmed da zanîn bavê wê bêyî agahiya dayîka wê ji wê veqetiyaye û niha jî daxwaz dike zarok radestî wî bên kirin û got: “Ez qet naxwazim bi bavê xwe re bijîm. Pirsgirêkên derûnî yên bavê min hene û bavê min li dijî min êrîşa zayendî pêkanî. Yek jî sedemên hevberdana dayîka min jî ev bû.”

‘Em li şûna ku gel bavê xwe jiyan bikin, mirinê tercîh dikin’

Zeyneb Ehmed, diyar kir bavê wê carek hewl daye wan bişewitîne û ji bo wergirtina welayetê hewl daye bi otomobîlê xwişka wê bide û gelek caran gefên kuştinê xwariye. Zeyneb Ehmed got ku endamên malbatê neçarî bêdeng kirinê hatine.

Zeyneb Ehmed anî ziman ku hertim rastiyê îşkenceyê hatine û bi van gotinan tirsa xwe ya neçarbûna jiyankirina bi bavê re anî ziman: “Em li şûna ku gel bavê xwe jiyan bikin, mirinê tercîh dikin.”