Li Mexmûrê pêşengên jin ên tevgera azadiyê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Ûyar ên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin qetilkirin û cangoriyên komkujiyên Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî bi rêzeçalakiyan hatin bibîranîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de ji bo bibîranîna jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê Çileyê 2016’an de navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û Evîn Goyî ya di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatibû qetilkirin, rêzeçalakî hatin destpêkirin.

Di çarçoveya rêzaçalakiyan de li Saziya Ciwanan li ser jiyan û têkoşîna jinên Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, sinevîzyonek hate nîşandan. Beriya ku sînevizyon bê nîşandan, ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadî deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hezar Nerexî axivî.

‘Hevala Sara û rêhevalên wê pêşengtiya jinên Kurd kir’

Hezar Nerexî, di destpêka axaftina xwe de pêşengên jin ên Tevgera Azadî bibîranî û wiha axivî: “Em wek gelê Kurd ji dîrokê heta niha rastî gelek êriş û komkojiyan hatin. Dewletên desthilatdar hertim pêşengên gelan hedef digre û bivî awayî dixwaze gelê Kurd tûne bike. Bi avabûna Tevgera Azadî re gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû. Em bi saya pêşengên Tevgera Azadî gihiştin vê rojê. Hevala Sara û rêhevalên wê pêşengtiya jinên Kurd kir. Em wek gelê Mexmûrê gelekî bi şansin ku bi hevala Sara re xebat meşand.”

Hezar Nerexî, diyar kir ku di kesayeta şoreşger Sakîne Cansiz de tevahî jinên Kurd hatin hedefgirtin û got: “Di kesayeta hevala Sara de jinên Kurd rola pêşengtiyê dilîzin. Jinên Kurd ên xwedî li mîrateya hevala Sara derdikevin, dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û hevkarên wî. Em wek jinên Kurd komkojiyên li dijî pêşengên xwe şermezar dikin û soza bilindkirina têkoşîna pêşengên xwe didin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku hatîbû amedekirin, hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.