Li Lîbyayê komxebatek li ser rojnamegeriyê ji bo jinên koçber hat lidarxistin
Rêxistina "Nawazî" ya Zayendî bi hevkariya Weqfa "Friedrich Ebert", bernameya perwerdiyê ya yekem ji bo rojnamevanên Lîbyayî li ser koçberiya ji perspektîfa zayendî bi dawî kir.
HINDIYA AL-ASHEPY
Benxazî - Di bin sernavê "Jinên koçber li Lîbyayê der barê ragihandina medyayê ya mafên mirovan de" Rêxistina "Nawazî" ya Zayendî bi hevkariya Weqfa "Friedrich Ebert", bernameya perwerdeyê ya yekem ji bo rojnamevanên Lîbyayî li ser koçberiya ji perspektîfa zayendî bi dawî kir. Ji destpêka sala 2022'an ve, herî kêm 475 kes dema ku hewl didan derbasî Deryaya Spî bibin jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de jin û zarok jî hene, li gorî rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di Nîsana borî de.
Di bernameya perwerdeyê de ku çend rojan domiya, gelek mijar hatin nirxandin di nav de zagon û destûrnameyên navdewletî yên birêkûpêkkirina koçberan li seranserê welatan û mekanîzmayên parastina zagonî ya navdewletî ji bo koçberan. Di komxebatê de li ser rola rojnamegeriya jinê di mijarên koçberî û penaberiyê de û ji aliyê zayendî ve vegotina çîrokan, perwerde hatin dayîn.
"Hejmara beşdarên vê projeyê nêzî 300 rojnamevanan bû"
Serokê Rêxistina Nawazî Henîn Boşûşa got ku projeya koçberên jin li Lîbyayê "Koçberiya adil û ewle", projeyek e ku çend qonaxan li xwe girtiye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Komxebatên ku beriya perwerdeyê hatin kirin, bi komek pêşniyaran derketin, bi taybetî jî teqezî li ser pêwîstiya ronîkirina pirsgirêkên koçberiyê, bi taybetî ji aliyê zayendî ve hat kirin, ji bo bilindkirina hişyariyê û zêdekirina zanyariyan der barê vê mijarê de. Hejmara beşdarên vê projeyê nêzî 300 rojnameger bûn, ji hemû bajar û deverên Lîbyayê bûn û nêzî 18 rojnameger ji bo beşdarbûna di komxebata ku li bajarê Hemamat ê Tûnisê hat lidarxistin, hatin hilbijartin."
"Di perwerdeyê de sê mijarên girîng li ser koçberî, çapemenî û zayenda civakî bûn"
Pispora zayendî û rêveberê bernameyê li Rêxistina Nawazî Şezaa Abdul Letîf got ku di perwerdeyê de sê mijarên girîng hebûn ew jî koçberî, çapemenî û zayenda civakî bûn û wiha axivî: "Di dema perwerdeyê de diyar bû ku beşdaran di asteke bilind de haydar in û ew dixwazin hîn bibin ka meriv çawa van mijaran dişopîne. Bandora ragihandinê di her rewş û dosyayê de di polîtîkayên giştî yên dewletê de, li ser muameleya rojane ya li ser koçberên neqanûnî, nemaze jinan, bi kêmkirina nijadperestiyê tê xuyang kirin."
"Di perwerdeyê de mijarên nû hatin nîqaşkirin"
Rêvebera Ofîsa Ragihandinê li Emîndariya Giştî ya Heyva Sor û berpirsa dosya tundiya zayendî li Xaça Sor a Brîtanî Henan El-Saîtî eşkere kir ku di perwerdeyê de mijarên nû yên ku berê li Lîbyayê nehatine nîqaşkirin, hatine nirxandin, bi riya perwerdeya vegotina çîrokên çapemeniyê yên têkildarî jinên koçber bi rengekî însanî û zanîna hewcedariyên van koçberên neqanûnî yan penaberan dema ku alîkarî ji wan re ji aliyê Heyva Sor a Lîbyayê ve li hundir an li derveyî stargehan tê pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê di Nîsana borî de ragihandibû ku ji destpêka sala 2022'an heta niha zêdetirî ji 4 hezar koçber li Lîbyayê hatine vegerandin, di nav wan de 122 zarok hebûn û hinekên din jî dema dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin li Deryaya Spî jiyana xwe ji dest dan.