Li Qamişlo panêla jinên partiyên siyasî yên MSD hat lidarxistin
Li Qamişlo bi sernava “Gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê” panêla jinên partiyên siyasî yên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD hat lidar xistin.
Qamişlo - Gefên dewleta tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê berdewam dike, di heman demê de êrîşên xwe yên bi riya balafirên keşfê ên bêmirov ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Ji bo nîqaşkirina van mijarên ku rû didin û derxistina çareseriyekê, bi serpereştiya jinên partiyên siyasî yên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD li Odeya Civînan a MSD a li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna jinên partiyên siaysî û rêxistinên civaka sivîl panêlek bi sernava“Gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê” lidar xist.
“Êrîşên dewleta tirk kirîza Sûriyê dirêj dike û xeteriyê bi xwe re tîne”
Der barê vê panêlê, Endama Ofîsa Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Darîn Hisên axivî û got: “Îro panêle di bin dirûşmeya “Gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê” her wiha bandorên wê li ser jin û herêmê bi gitşî tê lidarxistin. Gefên dewleta tirk ji destpêka şoreşa Rojava û heta roja îro nehatine sekinandin, bi taybet piştî binketina pirojeya wê ya vejandina DAIŞ’ê û isyana wê li Girtîgeha Xiwêran a ku DAIŞ tê de ne. Dewleta tirk di roja îro de dixwaze di riya vî şerî de careke din DAIŞ vejîn bike û di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ektîf bike.”
“Civîna Esîtana ti encam wernegirt”
Darîn Hisên bal kişand ser civîna Esîtana ya ku bi encamên neyînî bidawî bû, her wiha neamadebûna wan tê de ku dibe sedema nedîtina çareseriyan ji aloziya Sûriyê re û wiha domand: “Tevî civînên gelek ên ku di demên dawî de hatin lidarxistin wekî Esîtana û hevdîtinên navdewletî jî ti encam negirt û çareserî ji bo aloziya Sûriyê nehatin dîtin ji ber ku MSD û Rêveberiya Xweser tê de ne amade bû, naxwazin em di van civînana de amade bin ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Her wiha tesrîhên dawî yên dewleta tikr ji bo vegerandina koçbrên Sûriyê ser axa Bakurê Sûriyê û bicihkirina malbatên çeteyên ser navê dewleta tirk ve jî xeteriyeke mezin bi xwe re tîne û aloziyên mezin ava dike ku bi di encamê de guhertinên demografî tên çêkirin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya Qeter.”
“Teknîk û stratejîkên ji bo parastina jin û zarokan di nav vê aloziyê de, her wiha rola jinên derve ji bo pişgirtiya şoreşa jin a Rojava”
Darîn Hisên destnîşan kir ku dê her dem xebat bikin ji bo peydakirina stratejîk û teknîkên ji bo parastina jin û zarokan di nav aloziya Sûriyê de, her wiha erka ku ser milê jinê derve dikeve ji bo xwedîderketina li şoreşa jin a Rojava û wiha bidawî kir: “Ji xwe para êşê ya mezin û bandora mezin ser jin tê kirin, gelek encamên neyînî bi van êrîşan re tê wekî betalî, feqîrtî û şideta bi hemû cureyan ser jinan pêk tê. Bi riya vê panlê re em dixwazin çareseriyekê ji van xeteriya re bibînin çi ji milê jinên siyasetmedar û çi jî jinên huquqnas ve, pir şêwaz hene ji bo çareseriyê ji wan jî panêl, pirotesto û hwd. Pêwîste em xwe bigihînin tevahî jinan çi jinên hundir û çi jî jinên li derveyî welat ji ber ku bandora şoreşa jin li tevahî welatan kir. em ê her dem xebat bikin ji bo peydakirina teknîk û stratejîkên ji bo parastina jin û zarokan di nav aloziya Sûriyê de, her wiha erk ser milê derve jî dikeve ku xwedî li şoreşa jin a Rojava derkevin da ku em hemû bi hev re karîbin li pêşiya êîrşên dewleta tirk û gefên wê derkevin.”