Fastîvala Sakîne Cansiz a jinan li Siwîsreyê hat lidar xistin

Fastîvala 9'emîn a Sakîne Cansiz a yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd li bajarê Ziyorx ê Siwîsreyê hat lidar xistin.

Navenda Nûçeyan- Festîvala Sakîne Cansiz her sal li Swîsreyê tê lidarxistin, ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz îsal di 26’ê Hezîranê de hat lidar xistin.

Festîvala Sakîne Cansiz bi dirûşma “Berxwedan bike, xwe birêxistin bike, azad bijî”dest pê kir û ji bo siyasetmendar Aysel Dogan û şehîdên li Başûrê Kurdistanê hat diyarîkirin.

"Sakîne Cansiz yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd û tevgera rizgariya Kurdistanê ye."

Sakîne Cansiz yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd û tevgereya rizgariya Kurdistanê ye. Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ew û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Fîdan Dogan û  endama ciwanên şoreşger Leyla Şaylemez hatin şehîdxistin.

Festîvala ku gelek çalakî tê de tên kirin, ji xwendina helbestên şehîd Sakîne Jansiz, stran û govendên gelerî pêk tê û bi beşdariya 28 rêxistin û tevgerên ciwanên şoreşger û nûnerên ku dê ji gelek saziyên jinan amade bûn.