Bi xebatek hûnerî û werzîşî, li Yemen Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir hat pîroz kirin
Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Madeya Hişbir û Qaçaxçîtiyê her sal di 26’ê Hezîranê de ji bo teşwîqkirina çalakî û hevkariyê ji bo bidestxistina armanca cîhanek bê madeya hişbir tê pîrozkirin.
NOOR SURAIB
Yemen - Yemen ji bo der barê pirsgirêka herî mezin ya kesên madeya hişbir ya neqanûnî de di civakê de hişyarbûnek ava bike, beşdarî Roja Têkoşîna Madeya Hişbir bû.
25’ê Hezîranê li bajarê Adenê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber ji aliyê Navenda Hişyarî Xeteriya Madeya Hişbir ya Adenê ve bi xebatekî hunerî û werzişî hat pîroz kirin.
Serokê Navenda Adenê Sûad Elawî di pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Têkoşîna bi Madeyên Hişbir de, ji ajansa me re axivî û got: “Pêşangeheke me ya wêneyan ku ciwan armanç dike û paragrafên me yên hunerî yên ji bo xortan û jinên ciwan peyamên watedar hildigre heye.”
Navenda Hişyariya Madeya Hişbir ya Adenê ji bo kesên ku bi îradeya xwe ya xurt dikarin ji qeyranê derbas bibin re şêwirmendî, piştgiriya moral û derûnî dike û di navendê de rêberî û şêwirmendiya pisporan dike.
Lêkolînera Madeya Hişbir Salwa Ben Brîk peyamek ji hemû malbatan re şand ku ji bo ewlehiya zarokên xwe û civakê ji vê karesatê rizgar bikin çavdêriya zarokên xwe bikin, liv û tevgerên wan bişopînin û rêya rast nîşanî wan bikin.
Lêkolînera Madeya Hişbir Salwa Ben Brîk wiha axivî: "Dibe ku şerê leşkerî bi dawî bibe, lê şerê me yê bi madeyên hişber ji ber ku xerab e û beşeke girîng a civakê dike armanc dê berdewam bike û divê malbat bi mezinkirina zarokên xwe eleqeder bibe. Curek nû ya dermanê ku bi navê Shab ku ji kêliya yekem ve bandorê li kesên ku wê bi tiryakê bikar tînin dike, derket holê.”
Beriya xebata teknîkî ya roja cîhanî ya dijî madeyên hişber, xebatekî werzişî ya ku turnuvayeke heftalî ku hejmarek ji klûbên bajarê Adenê beşdar bûn hat lidarxistin.