Li hemberî êrişên li ser dîrokê, birêxistinbûna jinan ji nan û avê girîngtir e
JÎNDA RUSTEM
Li Rojhilata Navîn, her tişt ber bi rewşek xirabtir ve diçe! Lê xelkên herêmê ne di ferqa vê rewşê de ne. Ji bo bikevin ferqa vê yekê jî tu dibêjî qey pêwîst e ku yek bi yek rewşên gelekî bi êş bijîn. Yan jî bûyerên bi êş êdî nema li ser mirovên herêma me bandorê çêdikin. Şahidbûna ewqas bûyer refleksên mirovan li hemberî bûyerên giran kuştine. Tişta ji vê yekê xirabtir jî ew e ku insanên me nikarin bûyerên îro bi bûyerên dîrokî re bipîvin ji ber ku ji dîrokê bêxeber in. Ji dîrokê bêxeberbûn kêmasî ye. Bê perwerde nezan û xafilmayîn e. Kesên xafil mehkûmê koletiyê ne. Qedera me wek gelên Rojhilata Navîn ji ber sedema cahalet û xafiliyê ewqas berovajî dibe. Ser erd û bin erd di vî welatî de çi heye ne yên me ne. Ketine destên kesên biyanî. Ji ber ku kesên biyanî li ser xêr û bêrên vê erdnîgariyê li gorî xwe çandek û dîrokek nû dane avakirin û her kesê îkna kirine ku ya rast ew e. Tişta ku derûniya wan îsbat dike rastiyên me yên dîrokî ne. Herî zêde jî bermahiyên dîrokî ew tişt in ku îsbata rastiyeke din dikin; rastiyeke ku em jê bê xeber mane. Heqîqetek ku em ne di riya wê de bûn.
Kesekî ku piçekî bala xwe bide ser rewşa herêmê wê bibîne ku Rojhilata Navîn di rewşa kaosê de ye. Krîz û kaos wek qederek li ser herêmê hatiye ferzkirin. Herêm ji bo gelên heremê mehrumiyetê îfade dike. Rewşa heyî bi hemu hêlên xwe ve ji bedewî û exlaq dûr e. Ma ku birçîbun hebe û kesên çêkerê vê birçîbunê bi derfêtên ku di destên wan de ne hewl bidin însanan bi birçîbûnê terbiye bikin ew ê çawa exlaq û bedewî bimîne? Heger ku nezanî hebe ew bi xwe mekrohî ye. Nezanî berê mirovan dide hemû rê û rêbazên mekroh, hemû rê û rêbazên derveyî exlaqê.
Ev pêvejoya ku em tê de ne li herêmê Şerê Cîhanê yê sêyemîn heye. Taybetmendiyên vî şerî mîna şerên berê nîne. Erê rast e ev şer li her derê cîhanê heye. Lê weke ku şer nîne diyar dibe; ji ber ku ne li ber çav e û li her qadê rêbazên wê ne çors in. Yanî şêwazê vî şerî ne weke ku em fêr bûne ye. Ji ber vê yekê di rewşa heyî de niha li tevahî cîhanê hêzeke ku îdia bike û bibêje ez di nava vî şerî de nîn im, nîn e. Di vê şerî de kesek ne li derve ye. Her hêzek bi şêweyekî bi vî şerî re eleqedar e. Bi şêweyekê ev şer digihîje her kesê. Lê navenda vî şerî heye û mirov çiqas nêzî vê navendê bin germahiya şer jî ewqas zêde dibe.
Di rewşa heyî de navenda vî şerî li Rojhilata Navîn e. Her çend bûyerên mîna Ukraynayê bên jiyîn jî ev rewşa bûyîna navenda şerê cîhanî yê sêyemîn li Rojhilata Navîn berdewam dike. Bi taybetî jî Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Lubnan û Filistîn di navenda vî şerî de ne. Her çendî bûyerên li Rojhilata Navîn li Lîbya, Efganistan, Yemen û heta li Tîgra, Qerebaxê jî heye lê li van hemû herêman şerê tê meşandin demdemî ye. Niha li Lîbyayê şerekî navxweyî jî heye lê ev ne şerekî bênavber û domdar e. Li Yemenê jî her wiha, dem bi dem şer gur dibe û paşê sar dibe. Lê bi tesîra Îran û Tirkiyeyê tiştên ku li Iraq û Sûriyeyê bi pêş dikevin ji van hemûyan cudatir in. Her wiha rewşa li Lubnan û Filistînê jî rewşên dijwar in. Ev yek girêdayî taybetmendiya şerê cîhanê yê sêyemîn e ku li navenda şer bi dijwarî ye û her ku belav dibe hinek din sar dibe.
Çima bi taybetî êrîşê jinan dikin?
Di vî şerî de hêzên ku pêşengiyê dikin ji bo pergala heyî were guhertin piranî ew di bin êrîşê de ne. Her wiha ne tenê di bin êrîşeke leşkerî de ne. Bi qasî ku di bin êrîşeke leşkerî de ne her wiha di bin êrîşekî siyasî, aborî, çandî de ne jî. Yek ji wan hêzên sereke yên ku niha barê qedera hemû Rojhilata Navîn daye ser milên xwe û jê tê xwestin ku vê guhertinê çêbike hêza tevgera jinan e. Ji tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn niha ev barê guhertinê tê xwestin. Di hemû pevçûnên ku tên jiyîn de fedakariya herî mezin jin dikin. Madî û manewî fedakariya herî mezin jin dikin. Ji bo jin bikaribin vê rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn derbas bikin li her quncikekî xwe birêxistin dikin. Xwe bi awayê leşkerî, siyasî, çandî birêxistin dikin, bi her şêweyê xwe birêxistin dikin. Ruxmê ku xwe birêxistin dikin da ku civaka Rojhilata Navîn ber bi ronahiyekê ve bibin jî gelo çima di bin êrîşeke dijwar de ne? Ji ber ku jin ji bo mirovahiyê kok e, esl e. Yên ku pêşengiya avakirina civakî kirin jin bûn û niha jî heman pêşengiyê dikin, bi tevnekî dixwazin guhertinê çêbikin. Lewre jî herî zêde ji aliyê hêzên emperyal ve rastî êrîşê tên û berdevkê vê esasî yên vê pergalê ku li Rojhilata Navîn xwe dide der pergala netew-dewlet e. Di serî de jî netew-dewletekî mîna Tirkiyeyê ku niha di bin navê îdeolojiya Îslamî de êrîşeke pir dijwar li ser kesayet û rêxistinkirina jinan dike.
AKP yek ji wan hêzên sereke ye ku êrîşê destkeftiyên jinan dike. Vê yekê destpêkê li Tirkiyeyê kir. Her tiştê aîdî jinan kir amûreke siyaseta xwe ya faşîzan û netewparêz. Piştî ku AKP hatiye ser desthilatdariyê û şûnde kuştinên jinan zêde bûne, tecawiza li ser jin û zarokan gihîştiye asta herî jor, bêkariya jinan û karnedayîna jinan êdî rawa tê dîtin. Rewşa aborî ya nebaş herî zêde bandorê li ser rewşa jinan dike, di nav civakê de meyla tundiyê zêdetir dike û dibe sedem ku tundiya nava malê wek tiştek asayî û ji rêzê were dîtin. Di rewşa heyî de jin di hêla xweparastinê de lawaz dimînin. Ji ber wê mehkûmî esareta zilam dibin. Hikumeta AKP’ê niha xweparastina jinan weke ‘bêexlaqiyê û li dijî xwedê derketinê’ bi nav dike. Viya ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan mîna çandekê belav dikin. Herî zêde jî vê yekê bi riya rêzefîlmên tirk tê pêşxistin. Van rêzefîlmên tirk li tevahî welatên Rojhilata Navîn tên pêşkêşkirin. Ev êrîşeke çandî ya pir dijwar e. Yek ji wan herêmên sereke ku di bin vê êrîşa çandî de ye herêma Iraqê ye û bi taybetî jî herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Yek ji rêbazên herî bi bandor ên vî şerî ambargoyên aborî ne
Di şerê cîhanê yê sêyemîn de yek ji rêbazên herî bi bandor û zêde ku tê bikaranîn ambargoyên aborî ne ku li ser civakan tên ferzkirin, bi aloziya aborî dixwazin bêkarî û birçîbûnê zêde bikin û bi vê şêweyî civakan bixin bin kontroê. Hezên kûrevî bi riya aboriyê dixwazin Îranê hilweşînin lê Îran jî bi heman riyê êrîşî civaka xwe dike û dixwaze civakê bi birçîkirinê di bin kontrolê de bigre. Li Sûriyeyê bi êrîşên aborî dixwazin civakê perwerde bikin. Niha nîvê civaka Sûriyeyê koçber in. Bi kurtahî mirov bi êrîşên aborî tên birçîkirin, sefaleta ku li ser mirovan tê ferzkirin berê wan dide rê û rêbazên ku qet di xeyalan derbas nabe. Ev yek ji rêbazên serê faşîzmê ne.
Guhertina demografîk rêbaza faşîzma tirk e
Niha Tirkiye dixwaze demografiyê biguherîne. Ev yek jî taybetmendiyeke vî şerê cîhanê ye. Ev yek jî polîtîkayek Osmanî ye. Osmaniyan di dema xwe de Tirkmen û Rum bi hev dan guhartin û bi vê awayê demografî dan guhertin. Bi vê rêbazê bi giştî hinek girav guherandin. Niha jî heman tiştê dikin. Erebên Idlibê û Kurdên li Efrînê bi hev dan guhertin. Ya rast ne ku guhartin! Kurdên li Efrînê nedan ser erdekî, Erebên ji Idlibê anîn li wê derê bi cih kirin, xwestin Kurdên li Efrînê jî li seranserê cîhanê belav bikin û tiştekî navê wê Efrîn di nexşê de nehêlin. Li Lîbyayê bi milyonan însan malên wan hatin wêrankirin, koçberkirin; li şûna wê gelên ji cih û warên cuda anîn bi cih kirin. Li Tîgra, Qerebax, Yemen, Iraq û gelek welatên din heman tişt hatin kirin. Her pergaleke ku xwe dispêre feraseta dagirkeriyê, koçberî mîna polîtîkayek bingehîn hilbijartiye û vê yekê weke amûreke siyasetê bi kar aniye; di roja me de jî tiştên li Kurdistanê û li seranserî Rojhilata Navîn tên jiyîn ev yek e.
Komkujiya herî mezin jî li ser bermahiyên dîrokî tê meşandin
Berî ku DAIŞ derkeve holê jî faşîzma tirk êrîş dibir ser dîrokê. Dîroka ku ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn li gorî xwe ladan tê de çêkirin û berovajî nîşan dan. Xwestin vê rewşa berevajî bi hemû gelên cîhanê jî bidin xwarin. Zanyara tirk a bi nav û deng Muezez Îlmiye Çig ji bo ku mezinbûna tirkan di hêla dîrokî de isbat bike. Dîrokek ku bi tu şêweyî têkiliya wê bi rastiyê re nîn e nivîsand. Yanî ewqas feraseta tirkîtiyê ku bê pîvan bike û bi derewên xwe jî bawer bike. Ji ber ku li gorî tirkîtiya netewparêz di dinyayê de çi heye ew ya tirkan e. Jixwe tirk nebûna mirovbûn qet nedibu. Muezez Îlmeye Çig îsbat kir ku çiqas ji axlaqê zanist dûr e û çiqas tirkekî mukemel e! Tirkîtiya mukemel dijminatiya hemû neteweyên din e. Ji bo ku îsbateke ku sumerî kalikê tirkan e çi nema nekir. Xwe bi vî şêweyî kir rewşekî sosret ku wê dîrok tu car wê efû neke.
Taybetmendiya faşîzmê ev e; rastiyan berovajî dike, heger nikarbe berovajî jî bike yekser êrîşê berhemên dîrokî dike. Rastiya ku wek Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Turkmen û hemû gelên din ên herêmê pêwîst e em bizanin ew e ku tirkên Osmanî yên ku îro di şexsê AKP’ê de dixwazin xwe careke din zîndî bikin her dem bi vî şeklî muamele li gel me kirin. DAIŞ ji bo gelên heremê ne tiştekî nû bû. Hemû rêbazên wê di bin navê îslamê de bi pêş ketin. Heman tiştên ku Osmaniyan kiribûn îro DAIŞ’ê jî kirin. Tirkiye di bin navê DAIŞ’ê de dîroka Kurdan, dîroka Ereban qir kir. Jixwe niha pê girtine dibêjin ‘Sumer em in.’ Ango hemû civakên ku li ser vê erdnîgariyê jiyane dixwazin tune dihesibînin. Lê ji bo vê yekê bide qebûlkirin çi berhemên dîrokî, cih û warên dîrokî hebin ji holê radike. Li Efrînê êrîşî cihên dîrokî kirin, li Serêkaniyê yek ji cihên herî kevnar ê mîrateya çanda Til-Xelef e tune kir. Ev dîroka ku em qala wê dikin hemû îsbata pêşengî û dîroka jinan e. Lewre li vir mirov hê jî bi çavekî aşkere dibîne ku êrîşa li ser dîrokê ye û lewre jî êrîşa li ser jinan e. Ev êrîşa pergala modernîteya kapîtalîst e, serkêşiya vî şerî jî pergala modernîteya kapîtalîst dike. Serkêşiya vê ya li Rojhilata Navîn jî dewleta tirk bi xwe ye. Îran jî heman siyasetê li Rojhilata Navîn, li ser jinan dimeşîne. Ev her du hêz her çiqas li hemberî hev nakokiyên mezin bijîn jî dema mijar dibe jin pir nêzî hev in û bi heman polîtîkayê êrîşî jinan dikin.
Li hemberî êrîşan, xwebirêxistinkirina jinan ji nan û avê girîngtir e
Di demên dawiyê de dewleta tirk bi daxuyaniyek diyar kiriye ku amadekariya êrîşek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di rewşeke wiha de yên ku herî zêde ji şerekî wiha zirarê bibînin jin û zarok in. Tevahî cîhan li ser jin û zarokên li Ukraynayê û êşa wan diaxive lê kes qala Efrînê nake. Efrîn bihuşta Sûriyeyê bû. Yên ku li Efrînê parastina gel kirin, li dijî Tirkiyeyê şer kirin şervanên YPJ’ê bûn. YPJ kî ye? Hêza parastina jinên Suriyeyê ye ku li dijî DAIŞ’ê şer kir, xwîn rijand, bedel da. Hêzên navneteweyî li hemberî vê êrîşa li ser Efrînê nesekinîn û helwestek zelal nîşan nedan. Li hemberî vê hêza ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiyaye, ewqas bi hêrs êrîş kirin û bi armanca tunekirinê tevgerandin, ji hêla hêzên mezin ve rewa hat dîtin. Li Ukraynayê êrîşên Rusyayê çêbûn, dinya xirab kirin. Dewleta tirk li Efrînê bi deh hezaran darên zeytûnan ji kokê ve rakirin. Bi sedhezaran Kurdên Efrînê wêran û koçber kirin, qetil kirin. Bi awayekî zindî dîmenê wan hat kişandin û wiha hatin qetilkirin, destdirêjî û tecawiz li ser jin û zarokan kirin.
Bi giştî di çarçoveya ku me xwest em bal bikşînin ser bi awayekê zelal careke din derdikeve holê ku êrîşên heyî, êrîşên li ser jinan û dîrokê ne. Lewre li hemberî van êrîşan weke jin, weke civakên ku her cure mêtingehî li ser wan tê ferzkirin û dîroka wan tê tunekirin. yekane riya serkeftinê xwe birêxistinkirin e. Şerê tê jiyîn ne weke şerên din ên cîhanî ye. Lewre weke jin û civakên ku dixwazin azadiya xwe mîsoger bikin, hebûna xwe mayînde bikin; ji bilî xwe birêxistinkirinê tu riyek me ya din nîn e.
Dîrokê bi hezaran car îsbat kiriye ku kesek yan jî neteweyek heta ku fêr nebe bê wê çawa xwedî li xwe derkeve ew bi rastî nabe îrade û nasname. Ew ê ji hêla kesekî ve neyê dîtin û ew ê hurmetê nebîne. Mirovên ji dîrokê bê xeber, mirovên cahil in û leşkerên artêşa cehaletê ne. Cehalet sedema şerên bêwate ye. Şerên bêwate her kesê lawaz dike û şerê esasî ku pêwîst e were kirin ji bîr dibe. Civaka bê parastin bê rûmet û bê exlaq e civaka bê exlaq hemû şêwayên bedewiyê winda kiriye. Em layiqî hemû tiştek bedew in ji bo wê li hemû cihî xwerêxistinkirin yekane şansê me ye ji bo ku em li dijî êrîşên çandî û qirkirina dîrokî bisekinin.