Li kiryarên Vejdîn Avcil beriya 30 salan hatî qetilkirin pirsîn

Xizmê Windayan û ÎHD kiryarên Vejdîn Avcil ku di 12’ê Hezîrana 1994’an de dibin çavan de hat windakirin û piştî 18 salan di gorên komî de hestiyê wî hatî dîtin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, kiryar bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di 31’ê Çileya 2009’an de dabûn destpêkirin di hefteya 801’emîn de ye. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê kom bûn, wêneyên windakiriyan rakirin û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û kiryarên kesên hatine qetilkirin pirsîn. Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Erol Saçakli di çalakiyê de axivî û nerazîbûn nîşanî beraetkirina polîsên bersûc ên doza serokê berê Baroya Amedê Tahîr Elçî da.

Malbatê ji tu cihekê agahî negirt’

Di çalakiya vê hefteyê de kiryarê Vejdîn Avcil ê di 12’ê Hezîrana 1994’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê hat windakirin û piştî 18 salan hestiyê wî ji gora komî hatî derxistin, pirsîn. Çîroka windakirina Vejdîn Avcil Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî xwend. Berfîn Elçî diyarkir ku Vejdîn Avcil yê 30 salî li navçeya Dêrik ya Amedê cotkarî dikir û xwediyê 5 zarokan bû û wiha got:

“Roja 12’ê Hezîrana 1994’an li gel karkerên ku ji Qoserê dihatin dixebitî, jenderme li ser gundê Çildiz yê girêdayî Dêrikê de girtin. Gundî li qadê kom kirin, li ser malan de girtin. Tevî ku tiştek ji mala Vejdîn Avcil derneket bi ideya ‘alîkariya rêxistinê’ hate binçavkirin. Piştî ku saetek dû saet Avcil binçavkirin cardin anîn cihê mala wî lê. Jenderme bi hinceta ku di gova wî de şikeft heye bêyî ku kontrol bikin bombe têde teqand. Lê belê ew şikefta ku dihat îdeakirin heye ,nehat dîtin. Malbata Avcil li Dêrik, Mêrdîn û Qoserê serî li saziyên fermî da. Bersîva dozgeriya Dêrikê wiha got; ‘Qusurê nenêrin, serê we saxbe, Vejdîn Avcil di pevçûna derketî de di encama guleya ku endamên rêxistinê avêtin de jiyana xwe ji dest daye.’ Malbata Avcil ji bo cenazeyên xwe bigrin li her cihê ku serî lêdayî tu agahiyek negirt.”

‘Di gorên komî de hestî hate dîtin’

Berfîn Elçî da zanîn ku malbata Avcil ji ber serdegirtina mala wan neçar man koçî Mûşê bibin û wiha got: “Dema çûyîn Mûşê her dema ku mêvan dihatin mala wan serdegirtina mala wan berdewam kir. Di sala 2008’an de malbat ji bo Vejdîn Avcil bibînin cardin ketin nava tevgerê. Piştî bûyerê 18 salan bi hewldanên Şaxa Mêrdîn ya ÎHD xwe gihand hestiyê Avcil ku di girtekên sexte de ku weke ‘terorîstê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye’ di gorên komî de hatiye veşartin. Bi testa DNA nasnamya Avcil di sala 2012’an de eşkere bû, hestiyê wî wê demê radestî malbatê nehat kirin. Piştî dû salan  cenaze destpêkê birin Çorum ji wê derê jî birin Mêrdin û herî dawî di Sibata 2014’a de şandin Muşê, radestî malbatê kirin li gundê Mescitlî ya Mûşê hate definkirin.”

‘Derbarê fermandarê Dêrik yê berbirs de biryara beraetê hate dayîn’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku piştre îdeanameya hejmar 1150/2012 ya di dîroka 16’ê Tîrmeha 2012’an de hat amade kirin, hat gotin ku Tuggeneral Musa Çitil yê wê demê Fermandariya Jenderme ya navçeya Dêrik ku di windakirina Vejdin Avcil de berpirse ‘guman hebe nebe, welatiyên sivîl bi awayên cûda û kêfî kuştiye diyar bûye.’ Berfîn Elçî ev tişt got: “Dozgerî Avcil jî di nav de 13 cînayetên heman lêkolîn kir, derbarê Musa Çitil ku wê demê Fermandarê Dêrikê ku ji van cîneyetan berpirs de îdeaname hate amadekirin. Di dîroka 21’ê gulana 2014’an de derbarê Çitil de biryara bereatê hate dayîn.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.