Li kampa Holê jin bi gefên radestkirina wan a DAIŞ’ê re rastî îşkenceyan tên
Rexed Bedir Ehmed a ji Mûsil a Îraqê ye, beriya 4 salan bi malbata xwe re derbasî Sûriyê dibe, li Kampa Holê di 29 saliya xwe de bi kesekî 18 salî re tê zewicandin û du sal in rastî îşkence û gefa radestkirina wê ya ji DAIŞ'ê re tê.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Kampa Holê weke kampeke herî xeternak a di cîhanê de tê nasîn. Li gel gelek bûyerên dermirovî yên li vê kampê tên jiyîn, jin rojane rastî tûndî û îşkenceyê tên. Heta ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî ne gef li ser wan tê xwarin ku ger gotinên wan pêk nêynin ewê wan radestî DAIŞ’ê bikin. Yek ji wan jinan jî Rexed Bedir Ehmed a 31 salî ye ku rojane rastî gefên bi vê rengê tê û rastî îşkence û lêdanê tê.
Rexed Bedir Ehmed a piştî ku li Musilê di navbera Heşdî El-Şabî û çeteyên DAIŞ’ê de şer derdikeve tên Derêzorê, piştî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirina Dêrezorê tê Kampa Holê.
“Rojane rastî îşkenceyê tê”
Rexed Bedir Ehmed a piştî mirina bavê wê tê zewicandin wiha qal dike: "Di malê de em 8 xwûşk in, ji ber rewşa me ya aborî pir zehmet bû dayika min ez zewicandim xortekî bi navê Mihemed Abdullah bi eslê xwe Îraqî ye di kampê de. Du sal in ez bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînim ango ji roja zewaca min de heya îro min û hevjînê xwe li hev nekiriye. Her roj di kampê de min îşkence dike, bi boriyên hesin li min dide. Di saet 02:00'ê şevê de ez ji ber lêdanê direvim konê dayika xwe, wê serê sibehê hevjînê min were min bikşîne mal û dîsa li min dide. Bi şevê jî tê konê dayika min, dîsa li min û xwûşk û dayika min dide û diçe, ev hemû jî ji ber pişta me tune ye."
Gefa radestkirina wê ya ji DAIŞ'ê re û serjêkirina wê lê dixwe
Rexed Bedir Ehmed a rojane rastî gefên radestkirina wê ya ji DAIŞ’ê re tê wiha dibêje: "Her gefa şaneyên DAIŞ'ê yên di kampê de li min dixwe û dibêje ez ê bihêlim ku serê te bişkînin, yê min jî tiştekî min tune ye.”
"Kes tune ye bi hawara min ve were"
Rexed Bedir Ehmed dibêje ku ji ber lêdanê canê wê hemû reş û şîn bûye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Laşê min hemû reş û şîn kiriye. Ez di kolanan de qîr dikim û digrîm lê kes bi hawara min ve nayê. Hemû cilên min jî vedişêre, cilê niha min li xwe kiriye yê dayika min in. Porê min peyî xwe de dikşîne, dev û pozê min tijî xwîn dike, ji ber lêdana hovan çav li min şîn dike. Min li kuderê dibîne tê li min dide li bazarê jî ango li kolanan be."
Rexed Bedir Ehmed a destnîşan kir ku ew her roj bi gotina “Ezê li te bidim heya ku te bikujim” rastî gefên mirinê, radestkirina wê ya ji çeteyên DAIŞ’ê û rastî îşkenceyê tê daxwaz dike ku ew kes bê girtin.