Kesên ku ji ber daxwaza aştiyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
100 kesên ku li Kadikoyê di çalakiyên 1’ê Îlonê de ji ber daxwaz û bilevkirina aştiyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Stenbol – 100 kesên ku bi banga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê beşdarî çalakiya 1’ê Îlonê ya Roja Aştî ya Cîhanê bûbûn û piştî çalakiyê rastî lêdanê hatibûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Çalakvanên ku piştî hatin binçavkirin wan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa li vê derê demek dirêj bi awayê kelemçekirî hatin rawestandin. Piştî ku 55 kesên hatibûn binçavkirin li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê, 45 kesên din jî li Emniyeta Çekmecekoyê îfadeya xwe dan seatên şev de hatin berdan.
Parsûyê Hevseroka Navçeya Kadikoyê ya HDP’ê Koray Turkay a li hemberî êrişên polîsan a li ser jina ku ala HDP hilgirtibû bertek nîşan da û hat binçavkirin, ji ber lêdanê şikiya. Koray Turkan a piştî girtina îfadeyê wî birin nexweşxaneyê, dê der barê polîsên ku îşkence lê kirine gilî bike.