Tûnis malavaniya 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê dike

Komîteya amadekar a 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Tûnisê bi civîneke çapemeniyê bernameya konferansê parve kir.

Navenda Nûçeyan – Lijneya amadekar a 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Tûnisê ya wê bi beşdariya gelek nûnerên welatên cîhanê bê lidar xistin, bernameya konferansê parve kir.

Zaman Mesûd a yek ji endamên komîteya amadekar a ku di civîna çapemeniyê ya têkildarî amadekariyên ku hatine kirin de wiha got: “Heta niha nûnerên gelek welatan ji bo beşdarî konferansa Tûnisê bibin xwe amade kirine û li otêlan bi cih bûne. Her wiha di civîneke çapemeniyê de ku me li ser navê Yekîtiya Rojnamegerên Tûnisê vexwendibû û li ser kar û xebatên xwe hevdîtin pêk anîbû. Di vê hevpeyvîna rojnamevanî de, behsa sedema lidarxistina vê konferansê û cudahiya wê ji konferansên din ên ku li Neteweyên Yekbûyî tên lidarxistin, hate kirin.”

Dê ji hemû beşên civakê jin beşdarî konferansê bibin

Zeman Mesûd der barê cûdahiya vê konferansê de wiha got: “Cudatiya vê konferansê ew e ku jinên asayî ev konferansê li dar xistin û her kes bi xercê xwe beşdarî konferansê dibe. Ji bo lêçûnên konferansê jî em hevkariya aborî ji jinên din ên ku di warê aborî de jêhatî ne berhev dikin. Jinên girêdayî hikûmetê beşdarî konferansa dawîn di sala 1995’an de li Pekînê hat lidarxistin, bûn. Lê di vê konferansê de her jinek, ji jinên karker, heyanî cotkar, şuştin, mamoste hemû jin dikarin beşdar bibin.

Amadekarî didomin

Zaman Mesûd wiha domand: “Me jî hola Tûnisê ya 150 salî ku ji bo konferansê hatiye veqetandin, çavdêrî kir, me amadekarî kir û bi hin jinên ku ji bo paqijiyê amade bûn re hevkarî kir. Bê guman heta roja konferansê ku 3’ê Îlonê ye, gelek tişt mane.

Di navbera 3’ê û 10’ê Îlonê de li Tûnisê tê lidarxistin

Konferansa Jinên Cîhanê 5 salan carekê tê lidarxistin. Konferansa yekem di 100’emîn salvegera 8’ê Adarê de li Venezuela ya li Amerîkaya Latîn û konferansa duyemîn jî li Asya, Katmanduya Nepalê hat lidarxistin. Konferansa sêyem jî dê di navbera dîrokên 3’yê Îlonê heyanî 10’ê Îlonê li Tûnisê bê lidar xistin.